| Jidayikbûn | |
|---|---|
| Mirin | |
| Hevwelatî | |
| Perwerde | Zanîngeha Dewletê ya Erîvanê(en)(hetaan) |
| Pîşe | Nivîskar, mamosteyê zanîngehê, wêjenas |
| Hevjîn | Zeyneva Îvo(d) |
| Karder | |
| Partiya siyasî | |
| Endamê | |
| Xelat | Nîşana Hevaltiya Gelan(en) |
Heciye Cindî (jdb.1907/1908[1] – m.1ê gulana 1990an[2])fîlolog,wergêrzargotinnas ûnivîskarê kurd bû. Cindî nivîskarê kitêbaÛsiv û Zelîxe ye.
Cindî di sala1908a li gundêEmançayîra girêdayîDîxoraQersê, liBakurê Kurdistanê ji malbatekeêzîdî ji dayik bûye. Zarokatiya wî li gund derbas bûye. Lê di salên1918a de, ji ber komkujî û êrîşên leşkerên tirkan, ew direvin derbasî aliyêSovyetê dibin. Li wir Hecî bê xwedî dimîne, lewra jî dikevesêwîxaneyê û di wir de jiyana xwe dest pê dike. Her wiha jî di sêwîxaneyê de bi sedan zarokên kurd ên bê xwedî hebûn, di sêwîxanê de perwerdeyên sereke û yên navîn dibînin. Heya sala1929a, ew derbasî qursa amadekirina mamostayetiyê dibe.
Di sala1930a de, dikeve FakulteyaÊrîvanê ya Fîlologiyê. Wisa jî dibe xwendevanê kurd yê yekem ku li Ermenistanê di fakultê de tê qebulkirin. Di sala1932a de, dest bi berhevkirina meteryalên zargotin û folklora kurdî dike. Her wiha jî ji sala1930î de, di rojnameyaRiya Teze de dixebite. Her wiha jî di radyoyê kurdî (ku tenê nûçe diweşandin) de xebitî. Serokê akademiya pedagojiya kurdî ya liErmenistanê bû.
Di sala1938a de, ji aliyê rêvebirtiyaStalîn ve li gel gelek rewşenbîrên kurd yên dinê, bi tewana ku ajanêndewletên Împeryalîst in, tê girtin û davêjin zindanê. Piştî ku azad bû, dîsa dest bi afrandin û xebata xwe kir. Gelek kitêbên dersan ji bona dibistana nivîsandin, çend kitêbên ji zimanên din wergerandinzimanê kurdî, gelek kitêbên berhevkariyê çap kirin. Di aliyê din de jî, diYekîtiya Rewşenbîrên Kurd, diYekîtiya Nivîskarên Kurd, diAkademiya Kurdnasiyê, di rojname û komîsonên ziman de roleke xwe ya pêşengî leystiye. Ew di aliyê raman û jiyana xwe de jî mirovekî zana û pêşkeftî bû. Yekemîn kurd liQefqasya ku keçên xwe dişîne dibistanên bilind ewe bû, yekemîn kurdê Qefqasya ku keçên xwe bêyîqelen û li gorî daxwaza wan dizewicîne dîsa ew bû, di nava hemûKurdên Sovyetê de yê ku herî zêde afrandin û xwedan berheme dîsa ew bû.
Heciyê Cindî, di1ê gulana sala1990î, çavên xwe ji cîhanê girt û çû ber dilovaniya Xwedê.
Li pey xwe zêdetirî 110 kitêb, berhevok û lêkolîn hîştin. Hîn jî gelek berhemênwî hene ku nehatine çapkirin.[çavkanî hewce ye]