Movatterモバイル変換


[0]ホーム

URL:


Here naverokê
WîkîpediyaEnsîklopediya azad
Lêgerîn

Hanûka

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ev gotarsêwî ye. Ti girêdanênli ser vê gotarê tine. Ji kerema xwe regirêdanên jirûpelên têkildar li ser vê gotarê çêke; yan jîvê amûrê bi kar bîne.(îlon 2024)
Hanûka
חֲנֻכָּה‎ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cejna cihû
Mawe8 roj Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mijara serekeMaccabean Revolt Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Hanûka (bi îbranî:חֲנֻכָּה‎) ancejna ronahiyê cejnekecihû ye ku ji nû ve vejandinaOrşelîmê û vekirinaPerestgeha Duyem bi bîr tîne. Pîrozbahî digihêje heyaserhildana Makabiyan ya ku li dijîÎmperatoriya Seleukî disedsala 2an b.z. de pêk hatibû.[1]

Hanûka heşt şev û rojan diajo û li gorîsalnameya îbranî di 25ê Kislevê de dest pê dike. Li gorîsalnameya gregorî di navbera dawiyaçiriya paşîn û dawiyakanûna paşîn de tê pîrozkirin. Festîval bi pêxistinamûmên li ser mûmdankekê tê pîroz kirin, ku bi gelemperî jê remenora an hanukkiya tê gotin. Menora ji neh şaxan pêk tê û li ser her yekê mûmek tê danîn. Şaxa navendî bi gelemperî ji yên din bilindtir an xwartir e û mûma wê ji bo ronîkirina heşt mûmên din tê bikaranîn. Ji vê mûmê reşemaş (bi îbranî:שַׁמָּשׁ‎ "beşdar") tê gotin. Her şev mûmeke din bi alîkariya şemaşê tê pêxistin heya ku di şeva dawî ya cejnê de agirê her heşt mûman bi hev re dişewitin.[2] Ji bo pîrozbahiyê stranên Hanûka tên xwendin, lîstikadreidel tê lîstin û xwarinênlatkes ûsufganiyot têne amadekirin. Ji salên 1970î vir ve, tevgera navneteweyî yaCabad Haşdî li gelek welatan menorayeke mezin li cîhên giştî ronî dikin.

Hanûka di eslê xwe de wekî cejneke bi awayêSukkot hatiye sazkirin, lewma ew di warêolî de betlaneyeke piçûktir e. Lêbelê, Hanûka liDYAyê û deverên din, nemaze di nav cihûyên laîk de, gihîştiye girîngiyekê, ji ber ku pir caran di demsala betlaneyê de dikeve sercejna Noelê.[3]

Çavkanî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
  1. ^The King James Bible.
  2. ^"How to Light the Menorah - How-To - Chanukah - Hanukkah".web.archive.org. 5 hezîran 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 5 hezîran 2017. Roja gihiştinê 21 kanûna pêşîn 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^Moyer, Justin (22 kanûna pêşîn 2011)."The Christmas effect: How Hanukkah became a big holiday".Washington Post (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 21 kanûna pêşîn 2022.
Navneteweyî
Neteweyî
Yên din
Ev gotara kurtşitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê libiguhêre bike.(Çawa?)
Ji "https://ku.wikipedia.org/w/index.php?title=Hanûka&oldid=1833739" hatiye standin.
Kategorî:
Kategoriyên veşartî:

[8]ページ先頭

©2009-2026 Movatter.jp