Frekans an jîhejmara lerzê di nava demekî de bûyerekî çend car hatiye wekilandin pîvandina wê ye, bi îfadeya matematîkî vajiyêperiyodê yê li gorî carkirinê ye.
Ji bo pîvandina frekansa bûyerekî, di nava demekî de ev bûyer çend car wekiliyaye tê hejmartin û paşî jî ev hejmar ji dûrînga demê re tê parkirin û ev encam ji me re nirxa frekansê dide.
Frekans di sîstema navneteweyî ya yekeyan(SI) de biHertz(Hz) ve tê nîşandan.Wateya hertzekê, bûyerekî ku di nav saniyeyek de carek wekiliyaye ye. Yanê frekanseke 60 hertzî tê wateya ku ev bûyer di saniyeyek de 60 car tekrar bûye.
Frekansa pêlekê, bi dirêjiya pêlê re tekildar e. Encama lêkdana frekans û dirêjiya pêlê, leza pêlê ye.
Di vê îfadeyê de lez e û λ(lamda) jîdirêjiya pêlê ye.
Pêlekê ji hawirekî derbasê hawirekî din bike frekansa wê naguherê. Bi tenê lez û dirêjiya pêla wê diguherê. Ji bilîBandora Doppler frekans tu car naguherê.