Erzîrom (bi tirkî:Erzurum) parêzgehekeBakurê Kurdistanê ya di nav sînorênkomara Tirkiyeyê de ye. Ew di heman demê de xwedî şaredariyek metropolê ye jî. Rûbera wê 25.006 km2 û nifûsa wê 749.754 e (2022).[1] Serbajarê parêzgehêErzîrom e. Li rojhilat bi parêzgehênQers ûAgiriyê, li başûrMûş ûBîngol, li rojavaErzîngan ûBayburt, li bakurRîze ûArtvînê û ji bakur-rojhilat biErdêxanê re hevsînor e. Piraniya geltirk e, lê beşeke girîng a nifûsê jîkurd e.
Piraniya parêzgeh Erzîromê bilind e. Piraniya deştan bi qasî 2,000 m (6,600 ft) ji asta deryayê bilind in, û deverên çiyayî yên li derveyî deştan 3,000 m (9,800 ft) û bilindtir in. Rêzeçiyayên başûr Çiyayên Palandökenê (lûtkeya herî bilind Büyük Ejder 3,176 m ye) û Çiyayên Şahveled (bilindtirîn lûtkeya Çiyayê Çakmak 3,063 m) dihewînin. Zincîre çiyayên bakur xwedî bilindahiya rêza duyemîn a Çiyayên Anatoliya Bakur in, wek mînak Çiyayên Mescît (lûtkeya herî bilind 3239 m ye), Çiyayên Kargapazariyê (lûtkeya herî bilind 3169 m ye) û Çiyayên Allahuekber.
Du deştên di navbera van herêmên çiyayî de Deşta Erziromê û Deşta Hesenkaleyê ne. Çiyayên Arasê ji Erziromê ve bilind dibe û paşê ber bi sînorên Agirî û Qersê ve dirêj dibe. Parêzgeha Erziromê ji aliyê başûr ve bi Çiyayên Çewlik û Akdogan ve dorpêçkirî ye.
Avhewaya parzemînî li parêzgehê bi zivistanên dirêj û dijwar, û havînên kurt û nerm bi rê ve dibe. Deşt û zozan taybetmendiyên erdnîgarî yên vê parêzgehê ne, ku ji %60 ji rûberê wê, pirê wê bi bereket e. Deverên daristanî piçûk in, bi giranî ji hinar û darên pelûtê/mazî pêk tên. Rojhelatê parêzgehê di hewza çemê Arasê de, beşê rojava di hewza Karasû (Firat) û beşê bakur jî di hewza Çoruhê de ye.
Li parêzgehê çend golên xwezayî hene, ya herî sereke Gola Tortum e (nêzîkî 8 km2) ku bi ava Tortumê (Uzundere) tijî dibe. Santrala hîdroelektrîkê ya Tortûmê ku di sala 1963an de hatiye çêkirin, li ber deriyê vê golê ye. Ji bilî van golan, li parêzgehê sê golên sûnî hene.
Ji bo karênasîmlasyonê ûtirkkirina bakurê Kurdistanê[2], di hezîrana 1927an de qanûna 1164 hat derxistin, ku destûr da avakirina Mufetîşên Giştî (Umumi Müffetişlik, UM).[3] Bi vî havî Erzîrom di bin rewşa awarte de bi qanûna leşkerî dihat birêvebirin. Mufetîşên Giştî parêzgehên Sêrtê, Colemêrg, Wan, Mêrdîn, Bedlîs, Riha, Elezîz, Diyarbekir, Erzîrom, Qers, Erzîngan, Agirî, Xarpêt, Dêrsim û Bîngol di nav xwe de digirt. Di sala 1952an de di dema hikûmeta Partiya Demokrat de Mufetîşeyên Giştî hatin hilweşandin. Ketina parêzgehê heta sala 1965an ji biyaniyan re qedexe bû.