Emilia Clarke (jdb. 23ê îlona1986an liLondon,Îngilistan) lîstikvaneke îngilîz e. Emilia Clarke bi rola xwe ya bi navê Daenerys Targaryen a di rêzefîlma HBO ya xeyalîGame of Thrones (2011–2019) de tê zanîn ku ji bo bi vê rolê ji bo çar Xelatên Primetime Emmy wekê berbijar hatiye hilbijartin. Di heman demê de bi rola xwe di fîlmaStar WarsSolo: A Star Wars Story (2018) û dramayên romantîkMe Before You (2016) ûLast Christmas (2019) hatiye naskirin.
Emilia Isobel Euphemia Rose Clarke di 23ê cotmeha sala 1986an de liLondonê ji dayik bûye û liOxfordshire mezin bûye.[1][2] Bavê wê Peter Clarke endezyarek dengê şanoyê bû ku ji bajarêWolverhamptonê bû.[3] Dayika wê Jennifer, karsazeke bû ku ji sala 2020an vir ve cîgirê serokê kirrûbirrê ya li pargîdaniyek şêwirmendiyê ya rêveberiya gerdûnî ye. Birayekî wê yê mezinê bi navê Bennett heye ku di pîşesaziya şahiyê de dixebite.[4][5]
Clarke di sê saliya xwe de piştî dîtina hilberînek muzîkaShow Boat bi lîstikvaniyê re eleqedar dibe.[6] Dema ku ew di temenê deh saliya xwe de bû bavê wê Clarke ji boThe Goodbye Girl ku muzîkaleke ji aliyêNeil Simon ve tê lidarxistin dibe şanoyaWest Endê.[1]
Clarke hem li Dibistana Rye St Antony li Headington û hem jî li Dibistana St Edward a Oxfordê ku wê di sala 2005an de dest ji perwerdehiya berda bû perwerdehiya taybet wergirtiye.[7] Di hevpeyivîneke di sala 2016an de ku biTime Out re kiriye, wê gotiye "Ez diçûm dibistanên şevînî yên luks lê ez ne ew keça luks bûm."[8] Wê her weha diyar kir ku piraniya kesên li dibistana konseya wê ya li Oxfordê ji paşerojên mihafezekar bûn ku tê vê wateyê ku ew û hinek hevalên wê pir caran xwe wekî kesek xerîb hîs kirine.[9]
Piştî qedandina perwerdehiya xwe Clarke serî li Akademiya Qraliyetê ya Hunera Dramatîk, Akademiya Muzîk û Hunera Dramatîk a Londonê û Dibistana Muzîk û Drama Guildhall dide lê serlêdan neserkevtî dimîne. Berî ku li Drama Center Londonê xwe qeyd bike dixebite û rêwîtiyan dike. Di sala 2009an de perwerdehiya xwe yê li Drama Center Londonê xilas dike.[10][11]