Ew bi rûerda xweya 8.280 km² ve herêma herî biçûka axên Fransayê li ser parzemînêEwropayê ye. Herêmê Elsas di bakur-başûrê de 190 km., di roava-rohelat de jî 50 km tenê digire.
Paş ko ew axên îroj Elsas li ser demeka dirêj destkeltan de man re, di 58b.z de heta 406an deÎmperatoriya Romayê li ser serwerî ajot. Di wê demê de xelkên ko, wek kelt ûgermenan, li Elsasê dijîyanî asîmîle bûn û romanî bûn. Di bin serweriya Romayê de Elsas siftê di navçeya Germanya Jor (bi latînî:Germania Superior (en)) de bû. Pê re ew teva navçeya bi latînî:Belgica (en), pê re jî tevaMaxima Sequanorum bû.
Ji pê ew ji destên Romayê de der ket re ew keta bin destênalemannan.Frankan di sala 496an de ew dera dagir kirin û dawiya serweriya alemannan dan. Di wê demê de Elsas ji hêla almanan de wekali-saz (Şûna biyanî) dihat nav kirin.
Ew di sala 870an de keta destên Împeratoriya Frankî ya Rojava yê ko pê re wekÎmperatoriya Romaya Pîroz.
Ew disedsala 16an de kete bin destên Fransayê. Di 1871an de pêPeymana Frankfurtê re Fransayê ew ji Împaretoriya almanî re ber da. Ew wekHerêma Elsas-Lorraine teva Almanyayê bûbû, lê yekî ko dixwestî dikarî niştewariya Fransayê tercîh bikiriya.
Ji pêşerê cîhanî yê yekem re, di sala 1918an de Elsas dîsa bû herêmeka Fransayê. Herçiqas gelek alman jî li wir dijiyan zimanê wê derêyî fermî fransî bû. Almanên ko di sala 1871an de koça wê derê kirinî şunda vedigeriyane Almanyayê.
Di 1973an de heêma Elsasê hat saz kirin. Li wir îroj jî gelek alman dijîn jî bo zimanê almanî li wir nê hîn kirin ew bi gelemperî tê bîr kirin. Li wir diyalekteke almanî ya bi navêelsässerdeutsch tê axaftin.