Ekolojî yan jîhawirnasî,hevêrzanist[çavkanî hewce ye] (biînglîzî:Ecology),zanistê lêkolîna li ser berbelavî û mişeyî yaendamwerên jînwer û ka çawa karlihevkirina endawerî digelderdor ankojîngeha xwe tesîrê li berbelavî û mişeyî ya wan dikit. Derdora endamwerekî ji keristeyênfizîkî û yên jînewer pêkdihêt. Derdora fizîkî, mirov dikarit navê tevane yênejînewer lê bikit, hokarên mîna tîrêja rojê, avûhewa anko seqayê ûcihniyasiyê vedigirit.
Peyvaekolojî cara pêşîn li sala 1866ê ji aliyêbiyologênalmanErnst Haeckel ve hat bikaranîn. Peyv jiοικος (oikos ankonavmalî) ûλόγος (logos ankoznîn) pêkhatîye. Bi vî awayî, ekolojî lêkolîna navmalî yaxwerist ankosiruştî ye. Di zimanêKurdî da jî peyvahevêrzanist jihevêr bi ramanacihê jîn û jîyarê ûzanistî pêkhatîye.