Dublîn (biîrlendî:Baile Átha Cliath;[1] paytextaKomara Îrlendayê ye.[2][3] Bajêr li ser bendereke ku li ser devêÇemê Liffeyê ya li parêzgeha Leinsterê hatiye avakirin. Dublîn li başûr bi Çiyayê Dublînê ku beşek ji rêzeçiyayên Wicklow e sînordar e. Li gorî serjimêriya sala 2022an nifûsa devera meclîsa bajêr 592.713 kes e. Nifûsa Dublîn û derdora wê 1.263.219 kes e û nifûsa temamî ya devera Dublînê 1.501.500 kes e,[4][5] ku ev yek bajarê Dublînê dike bajarê herî mezinêgirava Îrlendayê.
Piştê vîkîngan herêm ji hêla gelê gaelsiyan ve di sedsala 7an de yan berî sedsala 7an de rûniştgehek hatiye damezrandin. Di sedsala 11an qiralîteya Dublînê hatiye damezrandin û her ku diçe dever mezin dibe û vê awayê dever dibe niştecihên sereke yên Îrlendayê ku di sedsala 12an de ji aliyê anglo-normanî ya Îrlendayê ve hatiye dagirkirin. Bajar ji sedsala 17an bilez berfireh bû û bi kurtî diîmperatoriya brîtanî de duyemîn mezintirîn û şeşemîn mezin liEwropaya rojava piştî Karên Yekîtiyê di sala 1800an de bû.[6] Piştî serxwebûnê di sala 1922an de, Dublîn bû paytexta Dewleta Azad a Îrlendayê, ku di sala 1937an de bi navê Îrlenda tenê hate guherandin.[7]
^"Baile Átha Cliath/Dublin | Logainm.ie".web.archive.org. 7 kanûna paşîn 2019. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 7 kanûna paşîn 2019. Roja gihiştinê 6 îlon 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
^"primate city - Everything2.com".web.archive.org. 24 adar 2019. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 24 adar 2019. Roja gihiştinê 6 îlon 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
^"GaWC - The World According to GaWC 2012".web.archive.org. 3 gulan 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 gulan 2017. Roja gihiştinê 6 îlon 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)