Movatterモバイル変換


[0]ホーム

URL:


Here naverokê
WîkîpediyaEnsîklopediya azad
Lêgerîn

Dînên îbrahîmî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Lîsteyeke çavkaniyan, girêdanên derve yan jî bîbliyografî di vê gotarê de henelê belê tê deçavkaniyên di nav cimleyan de tine ne loma teyîdkirina agahiyan ne mimkûn e. Ji kerema xwe re vê gotarê bi riya lêzêdekirinaçavkaniyên qethî pêş ve bixin.(gulan 2024)
Cihên pembe hemî li ser dinên îbrahîmî ne

Dînên îbrahîmî têgeheke ji wan dînên ku tê de Îbrahîm wek kesek giring tê baskirin re tê gotin. Ji hemûyan diyartir ev têgeh ji dînêncihûtî,xiristiyantî ûîslamê re tê gotin. Dîneke din ya Îbrahîmî dînê Beha'yetê ye. Baweriya Beha'yetê di sedsala nozde an de geşekir li vê erdnîgariya niha jêre dibêjinÎran.Herçend ev dînên hanê ji aliyê bîr û baweran ve bi temanî ji hev cudane lê di gelek aliyên giring de hevrêne mîna wê bingeha sirûştî ya ku ew hemû yek xwedayî di perêsin û hevrêne ku pêdivîye hemû mirov bi tenê kirnoşê ji bû yek xwedayî bibin. Peyva Îbrahîmî di koka xwe de vedigere ji bo Îbrahîm pêyamber, ku gelek rêzdare di dînên Cihûtî, Xiristiyantî û Îslamê de.

Cihûtî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Cihûtî dîneke Îbrahîmî yê yekxwedayî ye ku bawerî bi hebona yek xwedayî heye. Ev ayîn pitir dihê nasîn bi dînêDiwazde Êlan helbet ev ramana diwazde êlênÎsraêlyan ji xwe dide. Cihûyan bawerî bi pirtûkênTewrat, Tenax û Tilmûd heye ku hersê dihên nasîn biPeymana Kevin aPirtûka Pîroz.Yek ji pêximberên herî giring ên cihûyanMûsa ye.

Xiristiyantî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Yek ji dînên takxwedayî ên Îbrahîmî ye. Yesû'h yan Îsayê Mesîh têde sereketirîn kesayetiye. Xiristiyantî bi dînê herî xwedî Dûketî û bawerdar dihê zanîn ku dibin 2.3 milyar mirov. Wan bawerî bi pirtûka cihûyanPeymana Kevin heye. Bi gelemperî wan bawerî biÎncîl yan bi navekî din "Peyama Nû" heye û wê pîroz dibînin ku komeka vegêran û nivîsandina ye behsa jiyana Yusû'h yan Îsa dike.Peymana Nû yan Încîl ji çar beşan pêkdihê ku Metta, Merqos, Loqa û Yuhenna ne.

Îslam

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Îslam dînekî yekxwedayî ye. Bi dû Xiristiyanetiyê de di rêza duyem de tê ji bû rêja dûketî û bawerdaran. Ji kesekê ku bawerî bi Îslamî hebeMisilman dihê gotin.Misilmanan bawerî bi wê yekê heye kuMuhemmed pêxemberê dawî ê xwedaEllah e. Herwiha wan bawerî biroja dawiyê ûFirîşteyan heye. MisilmanQuranê bi axaftina Xwedê û hinartiya wî dizanin ji bû Muhemmed. Quran jêdera yekem paşî kiryar û gotinên Muhemmed ku pê di bêjinSinet jêdera duyem a şerîeta Îslamê ne.

Çavkanî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

https://www.newworldencyclopedia.org/entry/Abrahamic_religionshttps://www.worldatlas.com/articles/what-are-the-abrahamic-religions.htmlhttps://www.britannica.com/topic/Abrahamic-religionhttps://eksisozluk.com/ibrahimi-dinler--1080511Girêdana arşîvê 2019-08-23 li serWayback Machinehttps://www.yenisafak.com/yazarlar/farukbeser/ibrahim-dinler-de-ne-demek-2047504https://www.researchgate.net/publication/328417431_IBRAHIMI_DINLER_KAVRAMSALLASTIRMASININ_MESRUIYETINE_DAIR_ILERI_SURULEN_FENOMENÎncîl

Danegehên kontrola otorîteyê: NeteweyîLi ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ji "https://ku.wikipedia.org/w/index.php?title=Dînên_îbrahîmî&oldid=1953876" hatiye standin.
Kategorî:
Kategoriyên veşartî:

[8]ページ先頭

©2009-2025 Movatter.jp