Movatterモバイル変換


[0]ホーム

URL:


Here naverokê
WîkîpediyaEnsîklopediya azad
Lêgerîn

Cin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Çavkaniya vê gotarêtine ye. Ji bopêşvexistina vê gotarê ji kerema xwe reçavkaniyên pêbawer lê zêde bike. Naverokên bêçavkanî dibe ku werin îtirazkirin ûjêbirin.
Çavkaniyê lê bigere: "Cin" – pirtûk ·zanyar ·archive.org ·nûçe ·wêne
(gulan 2024)
Mîrê cinan ê îniyê yê bi navêZewbe'e, li gorî "Kitab el-Bulhan" (1390-1450). Pirtûk liPirtûkxaneya Bodleyî (Bodleian Library, Brîtanya) ye.

Cin hebûneke ruhanî,mîtosî ye. Di gelek baweriyên kevn û nûjen de derbas dibe. Piştî belavbûna ola Îslamê li Kurdistanê ketiyezimanê kurdî jî. Lê bêtir di nav gel de gotina "jimeçêtirka" (ew canberên ji me ango mirovan çêtir) ji bo bêjeya "cin" tê bikaranîn. BeriyaÎslamê ji bo peyva cin, bi pirranîdêv dihate bikaranîn. Cin di her baweriyê de xwedî taybetiyeke cuda ye.

Cin di baweriya Ewropiyan de

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Demon (daimon) tê binavkirin ku ev ji zimanêGrekî tê. Dikeve bedene mirov û kesayetiya mirov xirab dikin.Sadîst, êrîşkar, xwînrêj û tolaz in. Milyaketên şeytên in. Wekî ruh in, ne maddeyî ne. Mirov dikare bi bawerîxurtkirina xwe wan ji kesayetiya xwe derîne. Hin caran bi riyamedyûman dikarin têkilî bi mirovan re daynîn û armancên xwe bêjin. Ola Xirîstiyaniyê jî bawerî bi hebûna wan tîne lê qedexe dike ku mirov bi wan re bilî bibe. Lewra ew dikarin ziyanên mezin bidin mirovan.

Cin di baweriyên rojhilata navîn û Îslamê de

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Cin di hemî kulturên rojhilata navîn de cih digire û wekî hev tê îzahkirin. Gorî ola Îslamê cin jî wekî mirovan xwedî îrade ne.Muhemmed pêxember dînê Îslamê raveyî wan jî kiriye. Wan jî wekî mirovan an pejirandine, an jî red kirine. Ên ku pejirandine dê herin bihuştê. Cin nayên dîtin, dîtbar nînin. Ew jî wekî mirovan dimirin, dizewicin. Bilez in û temendirêj in. Zanîna wan hatina sînorkirin. Hin caran bi daxwaza wan, bi mirovan re têkilî datînin.

Cin di kultura kurdî de

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Baweriya hebûnên ruhanî pirr kevn e di kulturakurdan de. Dînê îslamê bandoreke mezin li kultura kurdan kiriye. Kurd berê olazerdeştî, olênMîtra dihewandin. Niha bi pirranî şîrovekirina cinan dişibe ya ola îslamê. Di çîrokên kurdî de cin wiha tên şîrovekirin "dest û lingên wan berepaşî ne, xwe di dirûvên jin an mêran de nîşanî mirov didin. Mirov ji rê dertînin. Xirabiyê bi mirov dikin. Dilê kê ket wan, dikeve bin otorîteya wan. Cingirtin gengaz e".[çavkanî hewce ye]

Cin di zanîstê de

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Ji cîhanabinhişarê tên. Sistbûna kesayetiyê ûhişarê, hin nexweşiyên neurologîk, raxwarina madeyêntrankîlîzan ûpsîkotrop, hin tabloyênparanoîd şîzofrenîyê hwd dibe sedem ku mirov hin îllûzyonan bîbîne û bi wan re têkeve têkiliyan. Wekî tablo yan elementekê nexweşiyan e. Li kultura Ewropiyan kêm e ev nexweşî. Lewra Ewropî jiyaneke nûjen, rastegîn dijîn. Li Asyayê pirr behsa hebûnên ruhanî tên kirin.

Çavkanî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
Navneteweyî
Neteweyî
Yên din
Ji "https://ku.wikipedia.org/w/index.php?title=Cin&oldid=1694522" hatiye standin.
Kategorî:
Kategoriyên veşartî:

[8]ページ先頭

©2009-2025 Movatter.jp