| Li vir ji yekî zêdetir gotar hene. Ji kerema xwe wan bike yek. Binêre:Parêv |
Biryan, xwarineke bigoşt ji pêjgeha kurd e. Li herêmaBotanê, bi taybetî li parêzgehênSêrt,Bidlîsê navdar e.
Ji goştêberxê ye. Berxik bi saxî ye, lê hundirê wê hatiye valakirin. Hundirê berxê yan vala yan jî gorî daxwazê ji têkelabiharat,riz,pîvaz ûêd tê dagirtin û dirûtin. Li hin deveran bêî dirûtinê dixintendûra devgirtî.
Li gundan erdê dikolînin û cendegê berxê yê hundirvalakirî, bi saxî binerdî dikin, ser wê bi qasî 2-3 cmyê ji axê yan heriyê por dikin. Bi agirê daran tê pijandin. Huner ew e, biryan di nava hilma xwe de di keysa xwe de bê pijandin. Kêm zêde 2 katjimêr dipijînin.
Li hin deveran pêyên berxê jêdikin, ji xeynî hestiyê movikê yên din hemiyan dertînin.
Li bajaran teknîka pijandina biryanê hatiye guhertin. Niha tendûrên taybet bo pijandina biryanê hene. Niha risteyêngoşt bi çengelan ve tê dardekirin û wan bi wê awayê dixin tendûrê û devanga tendûrê ji bo hilm derneke derve, kîp dikin.
Pirranî bi havînan tê xwarin lewra berê liKurdistanê zivistanan kolandina erdê di bin berfê de dijwar bû.
Goştê biryanê yê bêhestî tê ristekirin û pirranî bi nanêpatîleyê ve tê xwarin. Beriya bixwin tê xwêkirin û bi qasî 2-3 katjimêran didin sekinandin, dakû çêja xwe bigire. Lê ev ne mecbûrî ye.