Bijîşkên Sînornenas -MSF (bi fransî:Médecins Sans Frontières), an jîBijîşkên Tixûbderî,Bijîşkên Tîxûbnasnekirî ûDoktorên sînornasnekirî, rêxistineke navneteweyî yabijîşkên aştîxwaz e. Di sala1971'î de hatiye damezrandin. Sala 1999'îXelata Nobel a aşitiyê wergirtiye.
Rêxistin ji her aliyê ve serbixwe ye û cihê xebata xwe herêmên lê şer, qedexe, xizanî û rewşên awarte hene ye. Navenda wê liSwîsre, Genewreyê ye. Bingeha rêxistinê ji aliyê Fransiyan, bi taybetî ji aliyêBernard Kouchner ve hatiye avêtin. Tê texmînkirin ku zêdetirî 3.000 endamên wê hene û wekî rêbaz, sê bendan bikartîne: Vegotin, Bicihbûn, Alîkarî.
Li 19 welatan şax vedaye. Bûtçeya xwe li dora 400 milyon dolar e û 80 % ji aliyê doktorên endam ve tên bexşandin. Rêxistinê heya niha gelek aksiyonên mezin li darxistiye, bi taybetî liKosovo ûÇeçenistanê. Xebatên wê liKurdistanê hema bigire hîç nîne. Lewra dewletên ku Kurdistan dagirkirine, destûrê nadin. Dîsa jî ji ber bêdengiya li hemberî Kurdistanê gelek rexne lê tên kirin.
|
|---|
| Navneteweyî | |
|---|
| Neteweyî | |
|---|
| Akademîk | |
|---|
| Hunermend | |
|---|
| Yên din | |
|---|