Keşola zeviyan (Vicia faba)Baqila zeviyan (Vicia faba) Berçêkirinek ji O.W. Thomé:Floraya Germanistan, Awistriya û Swîsreyê, 1885.GupikdanBeqleya hişkbûyîQalik vekirî dendikên wê dişibin gurçikêKaşola xaşandî
Keşol,baqil,beqle,beqilkriwekek ji famîleya baqilan e û bo xwarinê tê bikaranîn.
Ji vir nêzîkê 9 hezar sal berê liÎsraêlê hatiye bikaranîn, bermahiyên wê li bajarêNazaretê hatin vedîtin. Herwiha di gorîstanên li devedorêDeryaya Naverast de bermahî hatin vedîtin ku ji vir 3-4 hezar sal berê li van deveran dihatibûye bikaranîn.
Ligel riwekên din ên ji famîleya baqilan nîsk û nokê bo mirovan di xurdemeniyê de cihekê girîng digire, kanaproteînan e. Bi hezaran salan in ji aliyê mirovan ve çandiniya wê tê kirin.
HerêmêmKurdistanêBotan,Behdînan,Tolhildan, KurdistanaSûrî û herêmaSoran bo çandiniya famîleya baqilan baş e. Mixabin ji ber gelek sedemankurd pirranî xurdemeniya xwe dikirrin, bi xwe çandiniya wê nakin.
Vicia faba dikareFavîzmê bitetikîne. Li hin deverên Deryaya Naverast mirov ji kulîlkên wê yan ji keşolê bi xwe alerjiyê digirin. Lê ev ne ji beqleyê bi xwe, pirranî ji ber hin taybetiyên organîzmaya wan mirovan e. Ji ber ku beqle di xwe devîsîn ûconvîsîn dihewîne ev pêk tê.