BMW(Bayerische Motoren Werke AG - Fabrîkên Motorê yên Bayernê PH/Pardariya Hevpişk) fîrmayekealman e ku hilberînaotomobîl,motor,motorsiklet ûduçerxeyan dike.
BMW herwiha xwediyê fîrmayênMini ûRolls-Royceê ye. Zêdetirî 100 hezar kes di van fîrmayan de dixebitin. Ciroya sala 2007ê 56,018 milyar € ye. BI markaya BMWê heman salê hilberîna 1.302.774 otomobîlê, bi giştî jî 1.541.503 otomobîlê hatiye kirin. Dîsa heman salê hilberîna 103.396motorsikletê hatiye kirin.Zimanê fermî yê fîrmayêîngilîzî û bengewazî jî 'sheer driving pleasure' (kêfa ajotinê ya rastîn) e.
Fîrma sala1913yê ji aliyêKarl Friedrich Rapp liMünchenê hatiye damezirandin. Dalên pêşîn tenê hilberîna motorên balafiran hatiye kirin, sala1928ê bi kirrîna Fahrzeugtechnik Eisenach A.G.yê ve dest bi çêkirina otomobîlan jî kirine. Sala1929ê bi otomobîla 3/15 PSyê derketine bazarê.
Dişerê cîhanê yê duyem de fabrîkên wê hatine rûxandin, heya sala1948ê ku motorsikletên erzan çêbikin, li ser karê hilberîna alavên pêjgeh û baxçevaniyê rawestiyane. Di salên 1960î de di bazarê de ji xwe re cih çêkirine.
Ji ber ku berê hilberîna motorên firokeyan dikirin, amblema fîrmayê de şîn rengê esmanê, spî jî baskên firokeyê temsîl dikin. Herwiha ev reng ênBayernê ne jî. Ango di ala federedewletaBayernê de spî û şîn hebe.