Movatterモバイル変換


[0]ホーム

URL:


Here naverokê
WîkîpediyaEnsîklopediya azad
Lêgerîn

Bûyera nemanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ev gotarsêwî ye. Ti girêdanênli ser vê gotarê tine. Ji kerema xwe regirêdanên jirûpelên têkildar li ser vê gotarê çêke; yan jîvê amûrê bi kar bîne.(tebax 2025)
Grafîka şîn rêjeya eşkere (ne hejmara yeqîn) a tunebûna cinsên ajalên deryayî di her demek diyarkirî de nîşan dide. Grafîk hemî cureyên deryayî temsîl nake ku bi tenê cûreyên ku bi hêsanî bûne fosîl. Du bûyerên nemabûnê yên ku di serdema Kambrî de (li aliyê çepê) qewimîn ji aliyê rêjeya sedî ve pir mezin in lê ji aliyê hejmarên mutleq ên taksonên naskirî ve piçûk in ji ber kêmbûna jiyana fosîlhilberîner a wê demê bûn.

Bûyera nemanê yan jîbûyera tunebunê bûyera kêmbûneke berbelav û bilez a biyolojîk a cihêrengiya li ser Dinyayê ye ku dibe sedema tunebûna cûreyan. Bûyerên bi vê rengê bi kêmbûneke tund a cihêrengî û pirbûna organîzmayên pirşaneyî tê ravekirin. Ev bûyer di dema ku rêjeya nemabûnê li gorî rêjeya nemabûna paşxaneyê û rêjeya curebûnê zêde dibe derdikeve holê.[1]

Texmînên hejmara tunebûnên girseyî yên mezin, di 540 milyon salên dawî de ji pênc heta zêdetirî bîst cureyan diguhere. Ev cudahî ji nakokiya li ser tiştê ku bûyerek tunebûnê ya "mezin" pêk tîne û daneyên ku ji bo pîvandina cihêrengiya berê hatine hilbijartin derdikevin holê.[2]

Bûyera "penç nemabûnên mezin"

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
Di demên bûyerên nemabûnê de kêmbûna hejmara cinsên bejayî û avî.

Di gotareke girîng de ku di sala 1982an de hat weşandin,Jack Sepkoski ûDavid M. Raup pênc navberên jeolojîk ên taybetî yên bi windabûna cûrbecûr a zêde destnîşan kirine.[3] Bûyer di destpêkê de wekê derveyî li ser meyla giştî ya kêmbûna rêjeyên tunebûnê di demafanerozoyî[4] de hatine destnîşankirin lê ji ber ku ceribandinên statîstîkî yên hişktir li ser daneyên berhevkirî hatine sepandin, hatiye destnîşankirin ku diserdema fanerozoyî ya heyî de, jiyana ajalên pirşaneyî herî kêm pênc tunebûnên girseyî yên mezin û gelek tunebûnên piçûk dîtine.[5] "Pênc nemabûnên mezin" nikarin bi awayekî zelal werin pênasekirin lê belê diyar dikin ku mezintirîn (an hinek ji mezintirîn) bûyerên nemabûnê yên berdewamiyeke nisbî temsîl dikin.[4]

"Pênc bûyerên mezin" ên serdema fanerozoyî di demên kevnar de, beriya tunebûna girseyî ya jiyana mîkrobî ya pir berfirehtir di demaBûyera Oksîdasyona Mezin (ku wekîKaresata Oksîjenê jî tê zanîn) di destpêka serdemaproterozoyî de pêk hatine. Di dawiya ediyakarî û tenê berîteqîna kambrî de, bûyerek din a nemana proterozoyî (bi mezinahiya nediyar) tê texmîn kirin ku destpêka serdema fanerozoyiyê de qewimiye.[6] Her çiqas cûrbecûrîya giştî hetaBûyera Biyolojîk a Ordovîsyena Mezin (GOBE) kêm bû, çend bûyerên di serdema kambrî û ordovîsyena destpêkê de ji hêla giraniya rêjeyî ve digihîjin "Pêncên nemabûnên mezin" an jî ji wan derbas bûne.[7]

1. Tunebûna girseyî ya serdema ordovîkî ya paşîn

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Tunebûna girseyî ya serdema ordovîkî ya paşîn (445–444 milyon sal berê) tunebûneke girseyî ye ku vi dawiya ordovîsyen an jî O-S, tenê berî û di dema veguherîna ordovîsyen û silûrî de qewimiye. Di vê sedemê de du bûyer qewimîn ku herdu bi hev re bûne sedema kuştina %27ê hemi malbatan, %57ê hemî cinsan û %85ê hemî cûreyan.[8] Di meha gulana 2020an de, lêkolînan destnîşan kirine ku sedemên tunebûna girseyî ne wekî ku berê hatibû fikirîn ku sarbûn û qeşayî ye, sedem germbûna gerdûnî ye ku bi çalakiyênvolkanîzmê ve girêdayî ye ûanoksiyê ye.[9][10] Lêbelê ev bi gelek lêkolînên berê re bi nakok e ku sarbûna gerdûnî weke sedema sereke destnîşan kirine.[11] Di demên dawî de hatiye pêşniyarkirin ku çêbûna xweliya volkanîk sedema kêmbûnakarbondîoksîta atmosferê ye û dibe sedema qeşagirtin û anoksiya ku di tomarên jeolojîk de hatine dîtin.[12]

2. Tunebûna girseyî ya serdema devonî ya paşîn

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Tunebûna girseyî ya serdema devonî ya paşîn (372–359 milyon sal berê) rêze bûyerên tunebûnê bûn ku piraniya devoniya heta veguherîna devonyakarbonîfer vedigire. Devoniya paşîn serdemeke windabûna pir zêde ya cûrbecûrîyê bû ku di vê serdemê de du bûyerên nemabûnê qewimiye. Zanyaran her du bûyeran bi şert û mercên anoksîk ên ku di nav avê de ne girê dane.

Tunebûna herî mezinBûyera Kellwasserê ye (serdemên frasnî-famenî, an F-F, 372 milyon sal berê) ku bûyereke tunebûnê di dawiya serdema frasnî de, nêzîkî nîvê devoniya paşîn de qewimiye. Ev nemabûn refênkoralan û gelek ajalênbentîk ên tropîkal (ajalên ku li binê deryayê dijîn) ên wekî masiyên bêçene,brakîopod ûtrîlobîtan tune kiriye. Gelek zanyar bawer dikin ku bûyera Kellwasserê ji ber gihandina xwarinên bejahî ku ji aliyê çeman ve derbasê okyanûsê bûye, çêbûye. Ev xwarin an xurekên bejahî bûne sedema geşbûnên mezin ên kevzan. Dema ku kevz dimirin û ji hev belav dibin, wan oksîjena belavbûyî ya di stûna avê de xwariye û ev yek bû sedema şert û mercên bêoksîk ku di dawiyê de bûye sedema tunebûnê.

Beşa din a girîng a nemana serdema devonîBûyera Hangenbergê ye (devonî-karbonîferî, an D-C, 359 milyon sal berê) ku bi tevahî dawî li serdema devonî aniye. Ev nemabûn masiyênplakodermên zirxî ji holê rakiriye û bûye sedema nemabûna tevahî ya amonoîdên ku nû derketibûn holê.

Bi hev re, bûyera Kellwasserê û bûyera Hangenbergê nêzîkî ji %19ê ji hemî malbatan, ji %50ê ji hemî cinsan û herî kêm ji %70ê ji hemî cureyan ji holê rakirine.[13] Sepkoski û Raup (1982) di destpêkê de navbera nemana serdema devonî ya paşîn (qonaxên givetî, frasnî û famenî) wekê girîng ji aliyê statîstîkî ve nehatiye dîtin. Her çiqas wiha hatibe dîtin jî lêkolînên paşê bandorên bihêz ên ekolojîk ên bûyerên Kellwasserê û Hangenbergê piştrast kirine.[14]

3. Tunebûna girseyî ya serdema permî û triyasî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Tunebûna dawî ya permî an jî "Mirina Mezin" di dema veguherîna permî-triayasî de qewimiye.[15] Ev bûyer mezintirîn tunebûna serdema fanerozoyiyê bû ku %53ê malbatên deryayî, %84ê cinsên deryayî, nêzîkî %81ê hemî cureyên deryayî û bi texmînî ji %70ê cureyênmovikdarên bejayî di vê bûyera tunebunê de mirine.[16][17] Ev tunebûn di heman demê de mezintirîn bûyera tunebûnakêzikan e ku heya niha hatiye zanîn.[18]Trîlobît, komeke pir serketî yaartropodên deryayî bûn ku di vê bûyera tunebunê de tunebûne. Delîlên derbarê nebatan de kêmtir zelal in lê piştî nemabûnê taksonên nû serdest bûne.[19]

"Mirina Mezin" girîngiyeke mezin a pêşketinê bû ku li ser erdê serdestiyasînapsîdên destpêkê bi dawî kiriye. Vejîna movikdaran 30 milyon salan berdewam kiriye lê nişên vala derfet ji boarkozoran afirandin ku bilind bibin. Li deryayan rêjeya ajalên ku bêçalak bûn (nikarîbûn bigerin) ji %67 dakete ji %50yan.[20] Tevahiya serdema permî ya paşîn serdemeke dijwar bû ku bi kêmanî ji bo jiyana deryayî heta berî tunebûna sînorê P-T serdemeke dijwar bû. Lêkolînên dawîtir destnîşan kirine ku bûyera nemanaDawiya Kapîtanyayê ya ku beriya "Mirina Mezin" ber bi wê ve çûye, bi îhtîmaleke mezin bûyerek cuda ji nemana P-T ye; ger wisa be, ew ê ji hinek bûyerên nemana "pêncên mezin" mezintir be.

Bandora nemabûnê li serekosîstemên bejahî dibe ku ji ya ku berê dihat bawerkirin kêmtir giran be.Polen ûsporên fosîl ji bo hinen civakên nebatan têkçûneke kêm an jî demkurt nîşan didin. Lêkolînek di sala 2025an de li Çîna îro hatiye kirin, nîşan daye ku tenê 75.000 sal piştî bûyerê ekosîstemek geş hebûye ku nîşan dide ku ew başbûneke bilez bi dest xistiye.[21][22][23]

4. Tunebûna girseyî ya serdemên triyasî û jurasî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Nemabûna dawî ya triyasê nîşana veguherîna triyasî û jurasê ye ku 201 milyon sal berê qewimiye. Di vê bûyera tunebunê de ji %23ê ji hemî malbatan, ji %48ê ji hemî cinsan (%20ê malbatên deryayî û %55ê cinsên deryayî) û ji %70 û heta %75ê ji hemî cureyan tune bûne.[8] Di deryayan de,amonoîdên seratît ûkonodont tune dibin ku di heman demê de komên din ên deryayî yên sereke yên ku ji aliyê avakerên refên sor ve hatine çêkirin bi giranî bi bandor bûn. Gelekarkozoromorf, piraniyaterapsîdan û hema hema hemîamfîbiyên mezin êntemnospondîlan hatine tunekirin û di encamê de pêşbaziyeke kêm bi dînozoran re li ser erdê dimîne.Pterozor ûkrokodîlomorf tenê arkosorên din ên sax man bûn ku di heman demê de dîapsîdên nearkosorî berdewam kirine ku li jîngehên deryayî serdest bûne. Çend temnospondîl (wekKoolasokhos) hetaserdema kretasî liAwistralyayê sax mabûn.

5. Tunebûnê girseyî ya serdemên kretasî û paleojen

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Tunebûna dawî ya kretasî an jî tunebûna K-Pg (berê nemana K-T) di veguherîna serdema kretasî (maastrichtî) - serdema paleojen (danî) de, 66 milyon sal berê qewimiye.[24] Berê ev keraseta tunebûnê wekê nemana Kretasye-Sêyem an K-T an jî sînorê K-T hatibû binavkirin; di îro de jî bûyer bi fermî wekê bûyera tunebûna Kretasye-Paleojen (an K-Pg) hatiye binavkirin.

Di vê bûyera tunebunê de ji %17 ji hemî malbatan, ji %50 ji hemî cinsan û ji %75ê ji hemî cureyan ji holê rabûne.[8] Di deryayan de hemîamonît,plezîozor ûmosazor winda bûne û rêjeya ajalên bêderfet daketiye li dora ji %33. Hemî dînezorên neteyr ên naskirî di wê demê de winda bûne.[25] Bûyera sînor giran dibe û guherbariyeke girîng di rêjeya tunebûnê de di navbera kladên cûda de çêdibe.Memikdarên ku jisînapsîdan hatine, û teyr ku şaxeke ji dînezorênteropod in, wekî dukladên serdest êntetrapodên bejayî derketine holê.

Her çiqas pêşkêşkirina hevpar tenê li ser van pênc bûyeran disekine jî, ti pîvana nemabûnê xêzek diyar nîşan nade ku wan ji gelek bûyerên din ên nemabûnê yênfanerozoyî veqetîne ku tenê wekî karesatên hinek biçûk têne dîtin; wekî din, bikaranîna rêbazên cûda yên hesabkirina bandora nemabûnê dikare bibe sedema bûyerên din ên ku di nav pênc bûyerên jorîn de cih digirin.[26]

Çavkanî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
  1. ^Sudakow, Ivan; Myers, Corinne; Petrovskii, Sergei; Sumrall, Colin D.; Witts, James (1 tîrmeh 2022)."Knowledge gaps and missing links in understanding mass extinctions: Can mathematical modeling help?".Physics of Life Reviews.41: 22–57.doi:10.1016/j.plrev.2022.04.001.ISSN 1571-0645.
  2. ^Marshall, Charles R. (2023)."Forty years later: The status of the "Big Five" mass extinctions".Cambridge Prisms: Extinction (bi îngilîzî).1: e5.doi:10.1017/ext.2022.4.ISSN 2755-0958.
  3. ^Raup, David M.; Sepkoski, J. John (19 adar 1982)."Mass Extinctions in the Marine Fossil Record".Science.215 (4539): 1501–1503.doi:10.1126/science.215.4539.1501.
  4. ^abAlroy, John (12 tebax 2008)."Dynamics of origination and extinction in the marine fossil record".Proceedings of the National Academy of Sciences.105 (supplement_1): 11536–11542.doi:10.1073/pnas.0802597105.PMC 2556405.PMID 18695240.
  5. ^Gould, Stephen Jay (1 çiriya pêşîn 1994)."The Evolution of Life on the Earth".Scientific American (bi îngilîzî).doi:10.1038/scientificamerican1094-84. Roja gihiştinê29 tebax 2025.
  6. ^Evans, Scott D.; Tu, Chenyi; Rizzo, Adriana; Surprenant, Rachel L.; Boan, Phillip C.; McCandless, Heather; Marshall, Nathan; Xiao, Shuhai; Droser, Mary L. (15 çiriya paşîn 2022)."Environmental drivers of the first major animal extinction across the Ediacaran White Sea-Nama transition".Proceedings of the National Academy of Sciences.119 (46): e2207475119.doi:10.1073/pnas.2207475119.PMC 9674242.PMID 36343248.
  7. ^Bambach, Richard K. (30 gulan 2006)."PHANEROZOIC BIODIVERSITY MASS EXTINCTIONS".Annual Review of Earth and Planetary Sciences (bi îngilîzî).34 (Volume 34, 2006): 127–155.doi:10.1146/annurev.earth.33.092203.122654.ISSN 0084-6597.
  8. ^abc"extinction".math.ucr.edu. Roja gihiştinê30 tebax 2025.
  9. ^"Familiar Culprit May Have Caused Mysterious Mass Extinction (Published 2020)" (bi îngilîziya amerîkî). 10 hezîran 2020. Roja gihiştinê30 tebax 2025.
  10. ^Bond, David P.G.; Grasby, Stephen E. (18 gulan 2020)."Late Ordovician mass extinction caused by volcanism, warming, and anoxia, not cooling and glaciation".Geology.48 (8): 777–781.doi:10.1130/G47377.1.ISSN 0091-7613.
  11. ^Harper, D. a. T.; Hammarlund, E. U.; Rasmussen, C. M. Ø (21 kanûna paşîn 2013)."End Ordovician extinctions : a coincidence of causes".Gondwana Research (bi îngilîzî).25 (4).doi:10.1016/j.gr.2012.12.021.ISSN 1342-937X.
  12. ^Longman, Jack; Mills, Benjamin J. W.; Manners, Hayley R.; Gernon, Thomas M.; Palmer, Martin R. (2021)."Late Ordovician climate change and extinctions driven by elevated volcanic nutrient supply".Nature Geoscience (bi îngilîzî).14 (12): 924–929.doi:10.1038/s41561-021-00855-5.ISSN 1752-0908.
  13. ^Briggs, Derek E. G.; Crowther, Peter R. (2007).Palaeobiology II. Malden, Mass.: Blackwell.ISBN 978-0-470-99928-8.
  14. ^McGhee, George R.; Clapham, Matthew E.; Sheehan, Peter M.; Bottjer, David J.; Droser, Mary L. (15 kanûna paşîn 2013)."A new ecological-severity ranking of major Phanerozoic biodiversity crises".Palaeogeography, Palaeoclimatology, Palaeoecology.370: 260–270.doi:10.1016/j.palaeo.2012.12.019.ISSN 0031-0182.
  15. ^"After Earth's Worst Mass Extinction, Life Rebounded Rapidly, Fossils Suggest - The New York Times | Ghostarchive".ghostarchive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 29 kanûna pêşîn 2021. Roja gihiştinê30 tebax 2025.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  16. ^Stanley, Steven M. (18 çiriya pêşîn 2016)."Estimates of the magnitudes of major marine mass extinctions in earth history".Proceedings of the National Academy of Sciences.113 (42): E6325–E6334.doi:10.1073/pnas.1613094113.PMC 5081622.PMID 27698119.
  17. ^Erwin, Douglas H. (1994)."The Permo–Triassic extinction".Nature (bi îngilîzî).367 (6460): 231–236.doi:10.1038/367231a0.ISSN 1476-4687.
  18. ^Labandeira, Conrad C.; Sepkoski, J. John (16 tîrmeh 1993)."Insect Diversity in the Fossil Record".Science.261 (5119): 310–315.doi:10.1126/science.11536548.
  19. ^McElwain, Jennifer C.; Punyasena, Surangi W. (1 çiriya pêşîn 2007)."Mass extinction events and the plant fossil record".Trends in Ecology & Evolution (bi îngilîzî).22 (10): 548–557.doi:10.1016/j.tree.2007.09.003.ISSN 0169-5347.PMID 17919771.
  20. ^Sahney, Sarda; Benton, Michael J (15 kanûna paşîn 2008)."Recovery from the most profound mass extinction of all time".Proceedings of the Royal Society B: Biological Sciences.275 (1636): 759–765.doi:10.1098/rspb.2007.1370.PMC 2596898.PMID 18198148.
  21. ^"There's growing evidence the big five mass extinctions never happened".New Scientist (bi îngilîzî). Roja gihiştinê30 tebax 2025.
  22. ^Nowak, Hendrik; Schneebeli-Hermann, Elke; Kustatscher, Evelyn (23 kanûna paşîn 2019)."No mass extinction for land plants at the Permian–Triassic transition".Nature Communications (bi îngilîzî).10 (1): 384.doi:10.1038/s41467-018-07945-w.ISSN 2041-1723.PMC 6344494.PMID 30674875.
  23. ^"Land life spared in Permian extinction, geologists argue" (bi îngilîziya amerîkî). 5 çiriya paşîn 2015. Roja gihiştinê30 tebax 2025.
  24. ^Macleod, N.; Rawson, P. F.; Forey, P. L.; Banner, F. T.; Boudagher-Fadel, M. K.; Bown, P. R.; Burnett, J. A.; Chambers, P.; Culver, S.; Evans, S. E.; Jeffery, C.; Kaminski, M. A.; Lord, A. R.; Milner, A. C.; Milner, A. R. (1997)."The Cretaceous-Tertiary biotic transition".Journal of the Geological Society (bi îngilîzî).154 (2): 265–292.doi:10.1144/gsjgs.154.2.0265.ISSN 0016-7649.
  25. ^"EurekaMag Biomedical Library".EurekaMag (bi îngilîzî).doi:10.1130/1052-5173(2005)15%3C4:teotdi%3E2.0.co;2. Roja gihiştinê30 tebax 2025.[girêdan daimî miriye]
  26. ^McGhee, George R., Jr; Sheehan, Peter M.; Bottjer, David J.; Droser, Mary L. (1 sibat 2012)."Ecological ranking of Phanerozoic biodiversity crises: The Serpukhovian (early Carboniferous) crisis had a greater ecological impact than the end-Ordovician".Geology.40 (2): 147–150.doi:10.1130/G32679.1.ISSN 0091-7613.{{cite journal}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
Danegehên kontrola otorîteyê: NeteweyîLi ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ji "https://ku.wikipedia.org/w/index.php?title=Bûyera_nemanê&oldid=1953074" hatiye standin.
Kategorî:
Kategoriyên veşartî:

[8]ページ先頭

©2009-2025 Movatter.jp