Movatterモバイル変換


[0]ホーム

URL:


Here naverokê
WîkîpediyaEnsîklopediya azad
Lêgerîn

Apartheid

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Apartheid
Dema avabûnê
  • 1948 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Kaşîf/Îcadker
  • Hendrik Frensch Verwoerd Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Ji bo spiyan – Ji bo ne spiyan qedexe ye!, Peravên deryayê liMuizenberg a nêzîkîKapstadt 1985

Apartheid navê sazûmaniya kolonyalîstan a berê ya liAfrîkaya Başûr li ser desthilatiyê bû ye. Bêje ji zimanêafrîkaanî tê û wateya wê "Bi taybetî veqetandin" e. Îro ji bo tevgerên dijmirovane û cudaxwaz ên nîjadperestiyê tê bikaranîn.

Tê zanîn ku beriya kuNelson Mandela ûANC a ku hevyekiya nîjadan diparastin bibe desthilatdar bi dehan salan li vî welatî mirovên çermereş ji dagirkerên çermespî yên bermahiyên kolonyalîstan bûn, dihatin veqetandin.

Kesên çermereş nedikarîn sûdê ji cihên ku çermespî bikardîanîn werbigirin. Bo mînak aşxane, nexweşxane, dibistan, mal, kolan hwd ên herdu nîjadan diviyabû ji hev cuda bin. Rejîma nîjadperest kiryarên dijmirovane li çermereşan dikir û herçendî çermereş 85 % ji gelheya vî welatî bûn jî, ti mafekî wan î heman-jiyanê nebû.

Bingeha vê rejîmê kana xwe ji dagirkeriyê digirt.Brîtanî,Holandî û berên dinEwropayî wekî kolonyalîst çûbûn wir û dixwastin heya heyiyê ev yeka han bidome. Ji bo parastina vê sazûmaniya ne-dadî ji êşkence û kuştinê, heya ceribandina komkujiyan her tişt bikardianî.

Ji aliyekî ve jî nerazîbûnên hundurîn û derveyî jî xwe birêxistin dikirin. Serî de ANC û tevgerên aştîxwaz ên çermesoran, li seranser cîhanê tevgerekî xurt li dijî rejîmê derket holê. Sala1961î de Afrîkaya Başûr ji Civata Îngîlîz a neteweyan (Commonwealth of Nations) hatiye derxistin.

Sala1986î rejîm mecbûr ma ku hin gavan bavêje. Lê ev gav ên piçûk bûn û serokê efsaneyî yêANC hêj zîndanî bû.

NY gelek ambargo ji bo vî welatî danîn. Van ambargoyan û têkoşîna aştîxwazên cîhanê biserdikeve û di nîsana1990î deNelson Mandela tê azadkirin.

Di hilbijartinên27ê nîsanê1994î deANC û çermereş serkeftinê bidestdixin ûNelson Mandela jî dibe serokkomar.

Herwekî binêrin

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
LiWikimedia Commons medyayên di warêApartheid de hene.
Neteweyî
Yên din
Ji "https://ku.wikipedia.org/w/index.php?title=Apartheid&oldid=1734924" hatiye standin.
Kategorî:
Kategoriyên veşartî:

[8]ページ先頭

©2009-2025 Movatter.jp