Anthony Quinn (21ê nîsana 1915an -3ê hezîrana 2001ê) şanogerekî meksîkî yê bi nav û deng e.
Ew bi di21ê nîsana sala 1915an li bajarê Chihuahua liMeksîkê hatiye cîhanê. 4 xwişk û 8 birayên wî hebûn. Diya wî Meksîkî û bavê wî jî Irlandî bû.
Anthony Quinn bi malbata xwe re pêşiyê li Amerîka li bajarê El Paso ku girêdayî eyaleta Texasê ye bi cih bû, piştre çûne Los Angelesê, li wê derê derbasî dibistaneke dramayê bû û ji wir dest bi meşa hunerî kir. Ji ber ku ew ji malbateke xizan bû, pereyên dibistanê ji paqijkirina camên erebe û malan derdixist.
Sala 1952 ji ber rola xwe ya di fîlma Viva Zapata, ku şoreşa Meksîkê tîne ziman û di wê fîlmê de rola birayê rêberê meksîkîEmiliano Zapata dilîst, xelata Oskarê qezenc kir.
Sala 1956 jî dîsa ji ber rola xwe ya di fîlma Lust for Life (Însanên Nemir) ku tê de rola resamê fransîPaul Gauguin dilîze, xelata Oskarê bi dest xwe ve tîne.
Her wiha rola wî ya di fîlma Zorba de tu caran ji bîr nabe.Anthony Quinn di 60 salên xwe yên aktoriyê de di zêdetirî 100 fîlmên sînemayê rolên sereke lîstin.
Jiyana Anthony Quinn ji macerayên aşqê dagirtîne.
Ew bi 6 jinan re zewicî bû û bavê 13 zarokan bû.
Ew roja3ê hezîrana '2001ê de saet li 9:30 (li gor dema herêmî) li nexweşxaneya Brigham and Women's ya amerîkî çû ser dilovaniya xwe.
- Malpera Avesta/Hejmar 12-tîrmeh 2001
|
|---|
| Navneteweyî | |
|---|
| Neteweyî | |
|---|
| Akademîk | |
|---|
| Hunermend | |
|---|
| Însan | |
|---|
| Yên din | |
|---|