Movatterモバイル変換


[0]ホーム

URL:


Here naverokê
WîkîpediyaEnsîklopediya azad
Lêgerîn

Ampûl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ampûleke geş (akkor)

Ampûl an jîgilope[1] şûşeya cama ku tê de gaza argon heye û wexta ku bitezûya elektrîkê re temas dibe, derbasê rewşa geş dibe û li derûdora xwe ronî dide, ye. Di hundirê ampûlê de têlekî pir zirav ê ku ji metala tungstenê hatiye çêkirin heye. Ji vî têlê re filaman tê gotin. Tezûya elektrîkê ku ji ser vî têlê derbas dibe, vî têlê pir germ dike (nêzîkî 3000 °C). Bi saya vê jî têl li derûdora xwe re ronî dide.

Ampûl ji aliyêThomas Edison ve hatiye çêkirin. Ev dahên yek ji dozînên Edisonê ye û di heman katî de jî dahêna herî mezin e.

Ampûlên ku îro tên bikaranîn, emrê wan 2 sal e. Lê carna heta 8 salan jî tên bikaranîn.

Dîrok

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
Ampûlê ku ji aliyê Thomas Edison ve hatiye çêkirin[2].

Der barê ampûlê de gelek xebat hatine çêkirin. Mûcîda ampûlêHumphry Davy e. Lê belê emrên ampûlên wî pir kin bûne.Di heman salan de Thomas Edison ûJoseph Wilson Swan ampûleke emrdirêj dîtine. Paşî Edison di sala 1880an de vê ampûlê pêşvebir û ampûla modern çêkir.

Filaman

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Di ampûlê de parçeyê ku germbûnê pêk tîne, ye. Filaman ji metalawolframê tê çêkirin.

Qedexekirina wê

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Ampûl ji ber ku berdariya wê kêm bû û li derûdora xwe rekarbondîoksît berdidan, di 1ê kewçêra sala 2012 de li welatên ku endamênYekîtiya Ewropayê ne, hate qedexekirin. Bi vê qedexeyê ve hate armanckirin ku 40 milyar kîlowatseetenerjî bê sixurandin û emisyona karbondîoksîtê jî 15 milyon ton kêm bibe.

Çavkanî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ferheng.orghttp://ferheng.org/de/aperem/ferhengg.htm.{{cite web}}:|title= kêm an vala ye (alîkarî)
  2. ^(inglîzî)menloparkmuseum.org:Thomas Edison and Menlo Park

Girêdanên derve

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
Wîkîferheng Wîkîferheng: ampûl – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir
Commons LiWikimedia Commons medyayên di warêAmpûl de hene.
Danegehên kontrola otorîteyê: NeteweyîLi ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ji "https://ku.wikipedia.org/w/index.php?title=Ampûl&oldid=1761978" hatiye standin.
Kategorî:
Kategoriyên veşartî:

[8]ページ先頭

©2009-2025 Movatter.jp