Li gorî daneyên kanûna sala 2021an nifûsa bajêr 1.791.373 kes bû ku ji wan 1.129.218 li qada bajarî (an metro) ya ku ji çar navçeyên navendî yênRezik,Payas (Peyas),Sûr ûBajarê Nû pêk tê dijîn.
Di roja îro de bajêr di navberakurdan de wekî navendeke sereke ye ku ji aliyê gelek kurdan ve wekî paytextadefakto yaKurdistanê tê dîtin.[2][3] Dihat xwestin ku bajar piştî Peymana Sêvrê bibe paytextaKurdistaneke serbixwe lê piştî geşedanên siyasî yên paşerojê ev yek hatiye paşguhkirin.[4][5]
Amed li aliyê rojhilatê deşta bazalt a fireh a ku di navbera Qerejdax û Dîcleyê de dirêj dibe, li ser asoyeke li jora deşta Dîcleyê û li serê deverê Dîcleyê hatiye avakirin. Bilindahiya bajêr ji asta deryayê 650 mêtre ye û bajêr di nav paralelên 37° 30´ û 38° 43´bakûr û merîdyenên 40° 37´ û 41° 20´ rojhilat de ye. Li rojhilat biBatmanê ûSêrtê, li başûr biMêrdînê, li başûrê rojava biRihayê ûSemsûrê, li bakur biElezîz,Çewlîgê li bakurê rojhilat jî biMûşê ve tê girêdan.
Pîvana erda herêmê 15.354 km² ye . Ji vê erdê,çiya 37,0%,deşt 30,6% ûplato jî 30,4% e. Erda herêmê 95%´ê wê ji boziraetê bikar tê. Tene, petêx (gindor), zebeş, titûn û pembo herî pirtir li herêmê tên çandin.
Dîroka Amedê vedigere 12.000 salên berê niha.[9] Di encama lêkolînên arkeolojîk ên salên dawî de li navçeyaBismilê ya Amedê hatiye diyarkirin ku di navbera salên 10400 û 9250 salêb.z. de jiyana niştecihbûyî liGirê Kortikê dest pê kiriye.[9] LiGirê Berêçem ku li nêzîkê navçeyaErxenî yê ye, civakên çandiniyê ya gundan hatiye dîtin ku dîroka wan ji 8.000 salên berê zayînê vedigere.[9] Hatiye diyarkirin ku di demaPaleolîtîk ûMezolîtîkê de di şikeftên Amedê de û derdora şikeftan de jiyan hebûye. Bermahiyên ji Paleolîtîk û Mezolîtîkê liŞikeftên Hasûnî yên li nêzîkêFarqînê ûŞikeftên Hilarê yên li nêzî Erxenî yê hatine tespîtkirin.[9]
Nexşeya bajarê kevnare ya Amedê ye ku niha wekî navçeya navendî ya Sûrê tê zanin
Hatiye texmînkirin ku Amed ji serdema kevirî vir ve malavaniya mirovahiyê dike. Yekem şaristaniya mezin a ku li Amedê hatiye avakirin mîrektiya hûriyan a mîtaniyan e. Piştre bajêr di dîroka cihêrengê vê serdemê de ji aliyê şaristaniyên ku hatine herêmê ve ku di nav wan desuryanî,ûrartûyî, ermenî, farisên axamenî, selûkî û partî hene hatiye birevebirin.[10] Komara Romayê di sala 66ê berî zayînê de dest daniye ser bajêr û di vê qonaxê de ji aliyê romayiyan ve bajêr wekî "Amîda" hatiye binavkirin.[11] Di sala 359an de Şepûrê II yê Faris piştî dorpêçeke 73 rojan Amed ji destê romayiyan derbasê deshilatiya Şepûrê Faris dibe.[12]
Li gorî Sinekdemûs a Hiyerokles Amed bajarê herî mezin ê parêzgeha Romayê ya Mezopotamyayê bû ku di wî demê de bajêr meqamê metranê (Diocese) xirîstiyanên Mezopotamyayê bû.[13] Nivîsarên kevnar destnîşan dikin ku Amîdaya kevnar xwedî qadê şanoyan, germav (serşokên giştî), embar, abîdeyên tetrapîlon û xwedî çihukên avê ye ku av dide û avê belav dike.[14] Dîroknasê romayî Ammianus Marcellinus ku di dema dorpêçkirina Amîdayê de ku ji aliyê Împeratoriya Sasaniyan ve di bin desthilatdariya Şepûr II (j. 309–379) de pêk hatiye ku di artêşa romaya dereng de xizmet dikir vê dorpêçkirina serkevtî bi awayekê berfireh nivîsiye.[14] Amîda di wê demê ji aliyê penaberên ku ji herêmên derdorê bajêr koçê bajêr dibin hatiye mezinkirin ku împerator Jovian (j. 363–364) piştî têkçûna Şerê Farisî ku selefê wî Julian di şer de têk diçe, neçar dimîne ku bajêr vala bike û bide Farisên Şepûr. Dîroka ku ji bo Joshua Stylite hatiye vegotin, bidestxistina Amîda ji aliyê persan ve di bin desthilatdariya Kavad I (j. 488–531) de di dorpêçkirina duyem a Amîdayê ku salên 502–503an de pêk hatiye, beşek ji Şerê Anestasiyanê vedibêje.[14]
Dîwarê Amîdayê ji aliyê împerator Anastasius Dicorus (j. 491–518) yan jî împerator Justinianê Mezin (j. 527–565) ve ji nû ve hatiye avakirin ku wekî mîmariya parastinê ya serkevtî ji aliyê dîroknasê yewnanî Prokopius ve hatiye pesindan.
Xirîstiyaniya suryaniyan di navbera sedsalên 1 û 4an de li herêmê bi taybetî di nav suryaniyên bajêr de cih digirt. Împeratorê Bîzansê Theodosius II (408-450) parêzgeha Romaya Mezopotamyayê dike du perçe û Amîdayê dike paytexta Mezopotamyaya Prîmayê û bi vî awayî bajêr ji bo hemî metranan dibe bajareke navend.[15]
Ji bo endamên herêmî yên Dêra Katolîk a Suryaniyan di sala 1862an de metranek hatiye damezrandin.
Piştre ji ber zilma ku ji aliyê xanedaniya osmaniyan ve li xiristiyanên bajêr tê kirin di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de dawî li hebûna xirîstiyanên bajêr tîne.
Di sala 639an de ku wekî beşek ji berfireh bûna misilmanên li herêmaLevantê ku di dema şerên pêşîn ên ereb û bîzansê de berfireh bûye, bi serokatiya Iyad ibn Ghanm Amed dikeve destê artêşaÇar Xelîfeyê ûMizgefta Mezin a Amedê di vê serdemê de hatiye çêkirin.[13][16] Mizgefta mezin dibe ku li cihêDêra Heraklî ya Saint Thomas hatiye çêkirin. Di wî demê de li bajêr bi qasî pênc keşîşxaneyên xiristiyanan hebûn ku di nav wan de Keşîşxaneya Zuqnin û çend dêrên kevnarên din jî nav de bûn.[16] Yek ji van Dêra Meryem e ku wekî katedrala bajêr û cihê metranên Amedê bû ku di cihê Dêra Ortodoks a Suryaniyan de maye.[16] Dêra kevnar a din, Dêra Mar Kosmas di sala 1911ê de ji aliyê gerokê brîtanîGertrude Bell ve hatiye dîtin lê piştre ev dêr di sala 1930an de hatiye hilweşandin.[16]
Bajêr demekê kurt dibe beşeke ji xîlafeta emewiyan û piştre jî dibe beşek ji xîlafeta ebasiyan. Di vê serdemê de Amed zêdetir di bin desthilatdariya xwemalî de dimîne. Piştê demekê bajêr ji aliyê xanedaniyên wekêXanedaniya Hemdaniyan ûXanedaniya Buyîdiyan û piştre jî ji aliyêXanedana Merwaniyan ve hatiye birêvebirin. Bajar di sala 1085an de ji aliyê selçûqiyan ve tê dagirkirin û piştre di sala 1183an de ji destê selçûqiyan rizgar dibe û ji aliyê eyûbiyan ve hatiye birêvebirin. Piştî dorpêçeke dirêj bi hêzeke biçûk aMongolan û hêzeke gurcî û hêzekê ermenî ya gelekî mezintir di bin serokatiya gurcî Hesen Broş de bajêr ji aliyê Mongolên Hulagu ve di 1260an de tê dagirkirin (ev dagirkirin wekêDorpêçkirina Meyafariqînê jî tê zanin).[17] Di navbera dagirkirina mongolan û heya ku Xanedana Sefewî ya Îranê ve bajêr ji destê mongolan distîne Amed ji aliyê xanedaniyên wekê Qere Qoyunlu û Aq Qoyunluyan ve ku du eşîrên tirk bûn hatiye dagirkirin. PiştêXanedaniya Sefewiyan bajêr di sala 1514an de ji aliyê Bıyıklî Mehmed Paşa ve, di serdema Selîm I de ji aliyê Xanedaniya Osmaniyan ve tê dagirkirin. Mihemmed Xan Ustajlu ku waliyê sefewî ya Amedê bû di sala 1514an de di demaŞerê Çaldiranê de ji aliyê xanedaniya osmaniyan ji bajêr hatiye derxistin û piştre ji aliyê osmaniyan ve hatiye kuştin.[18]
Di sala 1952an de bi ji nû ve organîzekirina parêzgehan, bajarê Amedê dibe bajarê îdarî ya parêzgeha Diyarbekirê. Di sala 1993an deŞaredariya Bajarê Mezin hatiye damezrandin ku bi vê awayê Amedê dibe yekem bajarêBakurê Kurdistanê ku statûya bajarê mezin werdigire.[19]
Di van salên dawî de Amed rastî gelek êrîşan hatiye ku nav de êrîşan hêzên ewlekariya tirk, endamênhizbullahê û endamênDAÎŞê heye.[20] Di navbera 8ê mijdara sala 2015an û 15ê gulana sala 2016an de beşeke mezin ji Sûrê (bajarê kevnar) di şerê navbera artêşa tirk û şervanên kurd de wêran bû. Gelek taxên Sûrê ji aliyê artêşa tirk ve bi helîkopteran û tankên leşkerî hatiye bombebaran kirin, Mizgefta Kurşunlî ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hatiye şewitandin û bi guleyên tankên leşkerî gelek avahiyên dîrokî zirarên mezin dibînin. Yek ji avahiyên dîrokî ku zirar dibîne minareya çarling e ku di dema şer de zirar dibîne.
Dîtinek ji Minareya çarling navçeya Sûrê, Amed.
Di destpêka mijdara sala 2015an de parêzer û aktîvîstê mafê mirovanê kurdTahir Elçi ku di wî demê de serokêBaroya Amedê bû li navçeyaSûrê di dema daxuyaniyeke çapemeniyê de ku tê de banga kêmkirina tundiyê dikir ku zirar negihêjî avahiyên dîrokî li ber lingê minareya çarling hatiye kuştin.[21][22]
RaporaKomeleya Arkeologan a Stenbolê ya sala 2018an diyar kiriye ku ji sala 2015an û vir ve %72yê navçeya Sûrê ya dîrokî ya bajêr bi hilweşandin û nûavakirinê hatiye wêrankirin û qanûnên ji bo parastina bermahiyên dîrokî hatine paşguhkirin û hatine binpêkirin. Wan tespîtkiriye ku politîkaya "ji bo nûvekirina bajarî" ya bajêr yek politîkayeke hilweşandin û ji nû ve avakirin e, ne yek ji restorekirin samanên çandî yên ku di şerê navxweyî yê dawî de zirar dîtine ku ji ber wê yekê gelek avahiyên dîrokî yên tomarkirî bi temamî winda bûne.
Ji ber ku her perçeyên avahiyên dîrokî yên ku di dema hilweşandina avahiyên nûjen de derketine holê jî hatine hilweşandin rêjeya windabûna avahiyên dîrokî yên ne qeydkirî nayê zanîn.
DiErdheja Gurgum û Dîlokê de ku sala 2023an de li gelek bajarênBakurê Kurdistanê û li bajarêEfrîn aRojavayê Kurdistanê pêk hatiye Amed yek ji wan bajaran e ku di erdhejê de hejiyaye.[23][24] Li Amedê gelek xanî û avahî di erdhejê de hilweşiyane yan jî zirareke mezin dîtine. Ji ber erdhejê bircênSûra Amedê û hinek beşên dîwarê sûrê hatine xwarê. Li navçeyaBajarê Nû, li navçeyaRêzanê û li deverên din ên Amedê 20 avahî têne xwerê, 854 kes birîndar dibin 409 kes jî jiyana ji dest didin.[25]
Yek ji çandiniyên dîrokî yê bajêr genim û kuncî ne ku li bajêr hatiye çandin. Bajariyan genimên ku diçinandin di embarên ku ji ka û ji çiqilên şaxê susan çêdikirin parastine. Ev sîstem rê dida ku genim heta deh salan were parastin.[26] Di dawiya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de, welatiyan mewîj (tirîyên hişk) behîv û zerzelî (qeysî) hinardeyî Ewropayê dikirin.
Bizinên Enqereyê dihatin xwedîkirin û ji Amedê hirî û tiftik dihatin hinardekirin. Bazirgan herêmê jiMisir,Stenbol û jiSûriyê dihatin ku ji Amedêbizin ûpez bikirin. Li bajêr hingiv jî dihate hilberandin lê ji ber ku ji aliyê welatiyan ve dihate kirîn ewqas zêde nedihat hinardekirin.
BeriyaŞerê Cîhanê yê Yekem de li Amedê pîşesazî ya sifir (paxir) a çalak hebû ku 6 kanê kargehê ya çalak hebûn. Li bajêrTenorît ku celebekî bingehîn ê sifirê ye ji aliyê kurdan ve bi dest dihatin derxistin. Beşek mezin ji madenê hinardeyêÎngilîstanê dihate kirin.
Di sala 1935an de rêya hesinî ya di navbera Elezîz û Amedê de hatiye vekirin.Balafirgeha Amedê û Stasyona trenê ya Amedê ji bo bajêr xizmeta çûnûhatin û veguhastinê dike.[27]
Bi mezin bûna bajêr re li bajêr hem sektora pîşesazî yê û hem jî sektora xwarin û xizmetê gelek pêşketiye. Di salên dawî de bi pêşketina bajêr re hem li bajarê nû û hem jî li bajarê dîrokî her sal gelek geştiyarên xwemalî û biyanî serdana bajêr dikin.
Sê rêyên cuda hene ku mirov dikarin xwe bigihîjin bajêr. Amed yek ji yekem bajarênBakurê Kurdistanê ye kuBalafirgeha Amedê ye li bajêr hatiye çêkirin. Li bajêr balefirgeheke navneteweyî, stasyona trênê û qerajeke heye ku ji bo bajêr xizmet dike. Ji balefirgeha Amedê her roj ji bo bajarên mezin ênÎzmîr,Stembol ûAntalyayê seferên rasterast tê lidarxistin û di heman demê de ji van bajaran her roj rasterast seferên ji bo Amedê tê lidarxistin. Li gorî dîrok û pêwîstiyan seferên rasterast ên navneteweyî li balefirgeha bajêr tê lidarxistin. Bi teybetî di mehên havînan de ji bajêr seferên bajarên wekîBerlîn,Frankfurt,Stuttgart,Düsseldorf,Hannover ûHewlêrê tê lidarxistin.[28][29][30] Li gorî daneyên mijdara sala 2021ê li Balefirgeha Amedê çûnûhatina 1.244.981 kesan û 8.292 çûnûhatin balefiran pêk hatiye.[31]
Klûbên futbolê yên herî navdar ên bajêrDiyarbekirspor (1968 ava bûye) ûAmedspor e.[32] Futbolîstên herî navdar ên bajêrŞehmus Özer,Denîz Nakî ûÇekdar Orhan e. Tîma futbolê ya jinan a Amedsporê di dawiya dansala 2016-2017 ya lîga duyem a futbolê ya jinan de derbasî lîga yekem futbolê ya jinan bûye. Amedspor di dansala sala 2023-2024 derbasê lîga yekem a futbolê bûye.[33]
Amed xwedî avhewaya deryaya navîn (Dabeşkirina avhewayê ya Köppen:Csa) yan jî xwedî avhewaya deryaya okyanûsê ye ku bi havînan bi awayekê anormal germ e (Dabeşkirina avhewayê ya Trewartha:Doa:). Ji ber cihê bajêr li ser deşta Mezopotamyayê ye û ji çolên jêrîn ên Mezopotamyayê ve ber bi herêma başûr ve hewa germ e, li Amedê bi havînan pir germ û hewa pir ziwa ye. Germahiya herî bilind a tomarkirî di 21ê tîrmeha 1937an de ye ku 46,2 °C (santîgrat) hatiye tomarkirin. Di mehên zivistan de sar û bi baranên nerm e ku şevan sar e. Barîna berfê di navbera mehên kanûn û adarê de bi gelemperî hefteyek an du hefte berf dibare. Germahiya herî nizim a tomarkirî ya li bajêr -24,2 °C e ku di 11ê çileya sala 1933an de hatiye tomarkirin. Kalindahiya berfê ya herî bilind di 16 çileya sala 1971an hatiye tomarkirin ku li bajêr 65 satîmêtre berf bariye.
Germahî û barîna nîvekî ya mehane ji bo Amedê (1975-2010)
Nifûsa bajêr piranîmisilman in. Wekî dinêzîdî ûxiristiyan jî li herêmê hene. Civaka misilmanan ji mezhebênşafiî,henefî ûelewî pêk tê.Tarîqeta Naqşîbendî li herêmê ya herî xurt e.Turbeyên ku ji aliyê gel ve tênziyaret kirin jî hene. Ya herî pir gel ziyaret dike, turbeya "Siltan Şêxmûs" e. Ji bilî wê, li Diyarbekirê turbeya "Siltan Silêman", li Pîranê turbeya "Pîr Xetab", ji alî gel ve tê ziyaret kirin. Nifûsa bajêr piranîkurd in, ji bilî kurdan,suryanî,ereb ûermenî jî li herêmê wek nifûsek biçûk hene.
Piraniya mêran şalwar, îşlig (gomlek) û êleg li xwe dikin. Di nigên wan de pêlavên poztûj hene û gelek ji wan Kum, şewqe yan jî kefiya sipî didin serên xwe.
Jinên Diyarbekirî (Amed) fîstan yan jî zibûn li xwe dikin. Piranîya jinên zewicî çarikan (kitan) didin serê xwe. Keçên ciwan yan serqot in (serî pas) yan jî şarpe didin serê xwe. Kesên ku çarşefa reş li xwe dikin jî hene. Îro li bajêr kêm kes kincên herêmî li xwe dikin, û piraniya gel kincên modern li xwe dike.
Li Amedê xwedîkirinakevokan digihe zêdeyê 500 salî. Îro li hin qehwexaneyan tê jiyandin û di navbera wan de pêşbaziyan li dar dixin. Ji kevokên Amedê re dibêjin "boran".
Amed ji alî sirûştê feqîr e lê ji alî tarîxê ve pir dewlemend e.Bedena Amedê piştîKela Çînê ya herî dirêj e li cîhanê.Mizgeft ûmedreseyên bajêr bi mîmariyek pir hostatî hatine çêkirin. Mizgefta Mezin, ya Pêxember, ya Nebî hinek ji mizgeftên bajêr in. Gel piranî havînan diçin serGola Xezarê ku di hundirê tixûbênElezîzê de ye. Wekî dinbaxçeyên Ben-û-Senê jî ciyên gerê ne ji bo gel.Germava Çirmûgê jî ciyê vehêsanê ye.
^abcd"Pêşdîroka Amedê".web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 20 gulan 2020. Roja gihiştinê31 tebax 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
^"Statîstîkên Balefirgeha Amedê"(PDF). Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 7 kanûna pêşîn 2021. Roja gihiştinê30 tebax 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)