Di hindek ji wan amûran da muzîkjen têlan bitibil anko tiliyên xwe an bi perr an tiştekê zirav yê mîna nînokan an bi lêdana çekuçekê darîn an jî bi malîna têlan bi kivanekê vedilerizîne û dengî ji wan derdiêxe. Di hindek ji amûran da, mînapiyanoyê muzîkjen bi rêya şidandina kilîlêndepkilîlekê çekuçî li têlan dide. Di amûrên ko kivan di wan da heye, muzîkjen kivaneka ji mûyê hespan bi têlan ra dixişîne û dengî ji wan der diêxe. Di hindek ji amûran da jî muzîkjen çerxekê dizivirrîne û bi awayî têlan vedilerizîne.
Hindek ji amûrên jîdar yên bê kivan di muzîka kilasîk da jî dihên bikarînan, mînagîtara kilasîk. Lê pirraniya wan amûran yên kurdî û rojhilatî ne, mîna:tenbûr anko saz,ûd,tar,sêtar,sîtar,qanûn.
Hindek ji amûrên dî yên jîdar bi çekuçî dihên jenîn. Pîyano yek ji wan e. Lê di piyanoyê da muzîkjen bi awayekê ne rasterast çekuçî li têlan dide. Ew kilîlên ser depkilîlekê dişidîne û bi şidandina wan çekuçek bi têlan dikeve. Lê di hinedk amûrên dî yên mînasentûrê da, muzîkjen rasterast çekuçekê sivik yê darîn ko serê wî bihirî an tiştekê wekîlibadê hatîye dapoşîn li têlan dixe.