Albert Arnold "Al" Gore, Jr. (jdb. 31ê adara 1948ê) cêgirêserkomar ê 45ê yêWelatên Yekbûyî yên Emrîkayê bû ko ji sala 1993ê heta 2001ê di bin firmana SerkomarBill Clintonî da kar kir. Berî hingî, Cêgirê Serkonarî Goreî endamê Civata Nimînendeyên Welatên Yekbûyî (ji 1977ê heta 1985ê) û endamêSenatê (ji 1985ê heta 1993ê) bû û nimînendeyî ya wîlayetaTênêsî dikir. Wekî çelengekê warê jîngehparêziyê, wî digelthe Intergovernmental Panel on Climate ChangeNobel Xelat a Aşitiyê ya 2007ê jibo "bizavên xwe jibo diristkirin û belavkirina agehdariyên zêdetir liser guhartinên destkirî yên seqayê, û danana şengistê kiryarên pêdivî jibo betalvekirina wan guhartinan" wergirt.
Gore berbijarêPartiya Demokrat jibo serkomariya Emrîkayê di hilbijartinên 2000ê da bû. Di wan hilbijartinan da ew bi awayekê pirdengane biserkevt. Gengeşeyeka qanûnî li ser dubarehijmartina dengên wîlayetaFlorîdayê diDadgeha Bilind da, li dawiyê bi qezencaGeorge W. Bushî dawî bû. Bi vî awayî, ew hilbijartin hilbijartina herî gengeşebar ya dîroka Welatên Yekbûyî dihêt hesibandin.
|
---|
Navneteweyî | |
---|
Neteweyî | |
---|
Akademîk | |
---|
Hunermend | |
---|
Însan | |
---|
Yên din | |
---|