Movatterモバイル変換


[0]ホーム

URL:


Here naverokê
WîkîpediyaEnsîklopediya azad
Lêgerîn

Adiyeman (parêzgeh)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Parêzgeha Adiyemanê
Adıyaman
Koda parêzgehê: 02
Nexşeya navçeyan
Kargêrî
WelatBakurê Kurdistanê
DûgelTirkiye
SerbajarSemsûr
Demografî û erdnîgarî
Gelhe (2007)582.762 kes
Rûerd7.614 km2
Berbelavî76,5 kes/km2
Binebeş
Hejmara navçeyan9 navçe
Hejmara bajarokan28 bajarok
Hejmara gundan409 gund
Agahiyên din
DemUTC+2
Koda telefonê(+90) 416
Malperwww.adiyaman.gov.tr

www.adiyaman.bel.tr

Adiyeman (bitirkî,Adıyaman)parêzgehekebakurê Kurdistanê ye. Serbajarê parêzgehêSemsûr e û di nav sinorên komaraTirkiyê de ye. Rûbera wê 7.337 km2, û nifûsa wê jî 635.169 e (2022). Piraniya gel kurd in.[1]

Parêzgeha Adiyamanê heta sala 1954an beşek ji parêzgeha Meletiyê bû û ji ber ku di hilbijartinên giştî yên sala 1954an de dengê xwe da Partiya Demokrat a serketî, bû parêzgeh.[2]

Erdnîgarî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Parêzgeh ji navçeyên Semsûr (navçeya navendî),Bêsnî,Çelîxan, Gerger,Gölbaşi, Kahta,Samsat,Sincik û Tutê pêk tê. Rûbera parêzgehê 7644 km² ye.

Parêzgeha Adiyamanê ku navenda wê bajarê Semsûr e, li bakur bi parêzgehênMeletî, li bakur-rojhilatê biDiyarbekirê, li rojhilat û başûr biRihayê, li başûrrojavayêEntabê û li rojava jî bi parêzgehênMereşê re hevsînor e.

Çiyayên sereke yên parêzgehê ev in: Akdağ (2551 m), Dibek (2549 m), Tucak-Ulubaba (2530 m), Gördük (2206 m),Nemrut (2150 m), Bozdağ (1200 m) û Karadağ (1115 m). Li bakurê parêzgehê çiyayên Meletî hene ku dirêjahiyaçiyayên Torosê ne. Ber bi başûr ve bilindahî kêm dibin û deverên deştê destpê dikin. Hema bêje hemû navçeyên Çelîxan, Tût û Gergerê çiyayî ne. Parçeyên bakurê navendê, navçeyên Bêsnî û Kahta çiyayî ne û beşên başûr jî deşt in. Navçeya Samsatê di parêzgehê de xwediyê erdên herî jêrîn e.

Deştên girîng ên parêzgehê, deştên Kahta, Çakırhöyük (Keysun), Îneklî û Pınarbaşi ne.

Çemê herî girîng ê parêzgehêçemê Firatê ye. Dirêjahiya çemê di nava parêzgeha ku sînorê Riha û Diyarbekirê pêk tîne 180 km ye. Çemên din ên sereke; kaniya Göksu, kaniya Besni Akdere, kaniya Sofraz, kaniya Kahta, kaniya Ziyaretê, kaniya Keysun, kaniya Çakal, kaniya Kalburcu, kaniya Değirmen, kaniya Birimşe, kaniya Eğriçay û kaniya Halya.

Dîrok

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Pêşdîroka herêmê

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
Çiyayê Nemrûdê yek ji bermahiyên herî binavûdeng ên dîroka Semsûrê ye.

Cîhûwarê ku parêzgeha Adiyemanê tê de ye, di dîrokê de yek ji kevintirîn niştecihên naskirî ye. Li gor lêkolînên ku li Şikefta Palanliyê hatin kirin, dîroka bajêr digihêje 40000 BZê.

Dîsa li gorî vedîtinên dîrokî yên li qota Samsat-Şehremuzê bermahiyên ji van serdeman hatine dîtin: ji serdema Paleolîtîk heta 7000 BZ, ji serdema neolîtîk heta 5000 BZ, ji serdema kalkolîtîk heta 3000 BZ û ji serdema bronz ya ji navbera salên 3000 û 1200 BZ. Di vê serdemê de herêm di navbera Hîtît û Mîtanniyan de guherî û bi hilweşîna dewleta Hîtît (1200 BZ) serdemeke tarî dest pê kir.

Serdema asûr û hîtîtan

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Ti çavkaniyên nivîskî yên têkildarî serdema navbera 1200 BZ û damezrandina Dewleta Frîgyayê ya di sala 750 BZ de nehatine dîtin. Lebê; Ji ber ku di vê serdemê de herêm ket bin bandora Suryaniyan, li gundê Eskitaşê ya Kahtayê mohra Suryaniyan li Samsatê û nivîsên bi hîroglifên Hîtîtiyan hatine dîtin. Di vê serdemê de eyaleta Kummuh a ku yek ji bajar-dewletên Hîtîtiyan e, bi hilweşîna Dewleta Hîtît re derket holê û li Adiyeman û derdora wê desthilatdar bû.

Serdema Îskenderê Mezin û ya selcîqiyan

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Herçiqas di navbera salên 900-700î BZê de herêm di bin bandora Asûriyan de mabe jî, Asûriyan bi temamî nekarîn serdest bin. Ji destpêka sedsala 6an BZ vir de, Faris li herêmê serdest bûn û herêm ji hêla satraps (Walî) ve hate rêvebirin. Dema ku Qralê MakedonîÎskenderê Mezin di sala 334an BZ de derbasîAnatolyayê bû, Farisan serdestiya xwe winda kir ûxanedaniya Selcûqî a Makedonî heta sedsala 1mîn a BZ li herêmê hukum kir. Di dema ku hêza vê xanedanê qels bû, qralMithradetes l Kallinikos serxwebûnaÎmperatoriya Komagene ragihand (69 BZ).

Împeratiroya Komagene û ya Romayê

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Împeratoriya Komagene, ku paytexta wêSamosota (Samsat) bû, heta sala 72an BZ serweriya xwe parast. Wê demê herêm ji aliyêÎmparatoriya Romê ve hat desteserkirin û herêm wekî Lejyona 6emîn bi Eyaleta Sûriyê ya Împaratoriya Romayê ve hat girêdan. Dema ku Împaratoriya Romayê di sala 395an de wek Împaratoriya Romaya Rojava û Rojhilat hat veqetandin, herêm girêdayîÎmparatoriya Bîzansê bû.

Serdema desthilatdariyên bisilman

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Jii sala 643an de li herêmê êrîşên îslamî dest pê kirin û desthilatdariya îslamî di sala 670an de biEmewiyan re hate damezrandin. Herêm di sala 758an de kete bin desthilatdariyaMensûr Îbnî Cavene ku yek ji fermandarênEbasiyan bû. Bajar heta sala 926an di bin desthilatdariya ebasiyan de ma û dû re desthilatdariya Hemdaniyan dest pê kir. Di sala 958an de herêm careke din ket destê Bîzansiyan.

Serdema selçûqiyan û êrîşên moxolan

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Di navbera salên 1114-1181an de civatên tirk ketin herêmê. Di navbera 1204 û 1298an deSelçûqiyên Anatolyayyê Samsat û derdora wê girtin. Êrîşênmongolan di salên 1230 û 1250 de pêk hatin. Di sala 1298an de herêm ji aliyêMemlûkan ve hat girtin. Di sala 1393an de herêm ji aliyêTemûr ve hat talankirin.

Serdema Împeratoriya Osmaniyan

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Di Serdema Navîn de herêm di navbera Bîzans, Emewiyên, Ebasiyan, Selçûqiyên Anatoliyê, Dulkadiroğulları de dest guhert û di sala 1516an de bi çalakiyên Yavuz Sultan Selim a ber bi Îranê ve de Samsat tevlî axaosmaniyan bû. Herêma ku bi axên Osmaniyan ve hat girêdan, destpêkê bisancaqeke ku navenda wê Samsatê bû bi BeylerbeylikaMereşê ve hatiye girêdan, lê piştîTenzîmatê weke navçe bi Meletiyê ve hatiye girêdan.

Serdema komara Tirkiyê

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Adiyemana ku ji damezrandinakomara Tirkiyê heta sala 1954annavçeyeke Meletiyê bû, avahiya îdarî ya kevn parast, di 1ê kanûna 1954an de bi Qanûna 6418an ji Meletiyê hat veqetandin û bû parêzgeheke serbixwe.

Navçe

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
  1. ^"Encyclopaedia of Islam New Edition Online (EI-2 English)".referenceworks (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 7 hezîran 2024.
  2. ^"Adıyaman Tarihi".www.adiyaman.gov.tr. Roja gihiştinê 7 hezîran 2024.

Bîblîografî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
  • Harita Umum Müdürlügü 1:800,000 (1934).
  • "Köylerimizin adlari" (1928).
  • Vital Cuinet (1891/2001). "La Turquie d'Asie".
  • Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2000/2001). Kurdistan - Dabeşî Kargêrî Terrîtorî 1927-1997.
  • Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2001). Kurdistan - Rûpêw û jimarey danîştuwan.

Girêdanên derve

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
     Navçe     
Parêzgehên Kurdistanê
Bakurê Kurdistanê
Başûrê Kurdistanê
Rojhilata Kurdistanê
Rojavaya Kurdistanê
Bajarên mezin stûr hatine nivîsin.
Navneteweyî
Neteweyî
Cografî
Ji "https://ku.wikipedia.org/w/index.php?title=Adiyeman_(parêzgeh)&oldid=1936909" hatiye standin.
Kategorî:
Kategoriyên veşartî:

[8]ページ先頭

©2009-2025 Movatter.jp