Li vir ji yekî zêdetir gotar hene. Ji kerema xwe wan bike yek. Binêre:Stan
Dibe ku islûb û şêwaza ku di vê gotarê de tê emilandin neislûbeke ensîklopedîk be. Ji kerema xwe ne weke şirove an jî quncikê, weke nivîsareke ensîklopedîk a bêalî binivîse.(çiriya pêşîn 2024)
stanpaşgirek e ku navên cih û welatan pêk tîne, mînadaristan (cihekî bi daran),goristan (cihekî bi goran),Kurdistan (welatê kurdan) û hwd.
Koka navêstan qet ne diyar e, lê hin zimannas dibêjin ku peyv ji zimanêfarisî ango ji zimanênarî yan îranî tê[1][2], lê li gor hin çavkaniyên din ew ne nihêrîneke bêalî ye[3]. Protohindoewropî yan hind û ewropiya kevn zimanekî gelek kevn û êdi êdî ev ziman bûye bavê zimanan wekêînglîzî,rûsî,latinî,hindî,kurdî û hwd.Li gor hin pisporan koka peyva kurdîstan ji zimanê protohind û ewropî*stâ[4][5][6][7] tê. Wergera*stâ bi kurdî "li ser piyan man, rawestin"Peyva protohind û ewropî*stâ di gelek zimanên hind û ewropî de tê dîtin. Bo mînak:
Bi îngiliziya kevin “standan”[8] û bi îngiliziya-îroyin “to stand”. Bi almanîya-kevin “stân”[9]. Biîslendî “standa”[10]. Binorwêcî “sta”[11], biholendî “staan”[12].