Şoreşa Sibatê (bi rûsî:Февральская революция,lat.Fewralskaya rewolyuziya) di sala1917an de liÇariya Rûsyayê hatibû holê bû. Bi encamê vê şoreşê reÇarNicholas II ji texta xwe bû û şoreşê dawiyaÇariya Rûsyayê anî. Li şûna çariyê jîHikumeta Bihorbara Rûsyayê hat pêkanîn ûprensGeorgy Lvov hate serê wê hikmetê. Çend mehan pê re wexta raperînên di mehayê pûşperê, de yên ko wekRojên Pûşperê dihatin nav kirin de, ew ji wê erkê bû ÛAlexander Kerensky derbaza şûna wî bû. EwHikumeta Bihorbara Rûsyayê hikumeteka bi li hev hatinalîberal ûSosyalîstan re hatibû pêkanîn bÛ û armanca wanê bingeh reformên polîtîk û saz kirina Rûsyayê ko ji hêla meclîseka federatîf dihat karger kirinbû.
Şoreşa Sibatê gorîsalnameya Gregorian di adarê1917an de hatibû holê, lê bo ko di wê demê de Rûsyayêsalnameya Julian bikar dianî, gorî wê texwîmê di Sibatê de hatibû holê.
Ew şoreşa bêplan û bêpêşengekî diyar kirî, di pêvajoyekê xweristî de hate holê. Bi taybetî li bajarê rojavayên wek Petrograd (NavêSaint Petersburgê wê çaxê) tovên şoreşê hatin avitin.
Pê van binketin û xerc kirinên giran re Rûsya kete bin krîzeka ekonomîk a giran. Bo va krîzê mezin meclîsa RûsyayêDumaÇar bo encamên vê krîzê ew hişyar kirin, û bo damezrendina meclîseka nû li wî şîret kirin. Lê Çar guh neda ser Duma û şîretên wan vegerandin.
Di sibatê1917an de, di sermê zivistanê de, encamên wê krîzê ekonomîk der ketine meydanê. Li hemû Rûsyayê kêmaviyê nên û xwarinan hebû û xelkê di birçîbûnê de zikê xwe mist dida. Şoreşê di dest pêka Sibatê de bi raperîn û karberdanên karkerên Petrogradê dest pê kir. Ew raperînên der bi der der diketinî bi rojên pê re li gîşk derên Petrogradê belav bûn. Di23'ê sibatê de (8'ê adarê gorî texwîma gregorian), yê koRoja Jinên Cîhanê bû de, ew raperînan hîn bişidet bûn û pêşandaran bo xelas kirina Şerê slogan avitin.
Di25'ê sibatê de dema ko raperîn roj bi roj hîn bi şidet bûnÇar bo rawestînî wan pêşaniyan esker şandine Petrogradê. Eskeran siftê ceribîn ko xwepêşandine bisekinîn û bo wê hin kes kuştin jî bi şevê re ewna jî teva pêşaniyê bûn.
Wexta ko Çar dibihîze ko lawkê xwe bi sorkê ketiye, di1'ê adarêyî gorî salnameya Rûsyayê wê çaxê, nêt dike ko bi trênê here paytexta Rûsyayê Petrogradê. Lê wextê ko Çar digêhê bajêr, fermanderî artêşê bo li vaz hatinê textê, li Çar şîreta dike. Çar jî di bêçareyiyê de wê şîretê guh xwe re dike û di2'ê adarê de kargeriyê vedikişe. Çar çiqas birayî xwe bo derbaza texta xwe be dimîne jî, birayî xwe jî nemimkîniya wê dibîne û vê telîfê qebûl nake.
Hikumeta Bihorbara Rûsyayê tê pêkanîn û sosyalîst jîPetrograda Sovyet saz dikin.
Vladîmîr Lenînê ko liSwîsrê li sirgûnê bû di3'ê avrêlê de têPetrogradê û demeka kurtê pê re jî deraza pêşengiyêBolşewîkan dibe. Ew bo dawî dana Şerê li hemberaHikumeta Bihorbara Rûsyayê dest bi felîyatan dike. Wextê ko artêş bo dawî danê şerê hemberAlmanyayê pêşaniya dikin, Lenin wê wek fersendeka bo derbe kirinê dibîne. Lê ew ceribandina ji hêla Kerensky tê boşê xistin û Lenin carekî din tê sirgûn kirin û ew direveFînlendayê. Pê Lenîn re hin ceribandinê bo pêkanîna kargeriyekê cûnta dibin jî ewna bêserfirazî dimên. Ew gelemşe û nerehetiyên di welat de wek encamŞoreşa Çiriya Pêşîn didin û Bolşewîk kargeriyê dest xwe dixin..