Movatterモバイル変換


[0]ホーム

URL:


Here naverokê
WîkîpediyaEnsîklopediya azad
Lêgerîn

Îyod

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Îyod
Kaşîf/Îcadker
  • Bernard Courtois Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema keşf/îcadê
  • 1811 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • tellurium Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • xenon Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Îyod[1][2] an jîîod[2] elementeke kîmyayî ye ku sembola elementêI ye û hejmara atomî ya elementê 53 ye. Îyod halojena stabîl a herî giran e ku di şert û mercên standard de wekî hişkek nîvbiriqok, nemetalîk e ku di 114 °C ê de dihele û herikiyeke binefşî ya tarî çêdike û di 184 °C ê de dikelije û dibe gazeke binefşî. Evelement di sala 1811ê de ji aliyê kîmyagerê fransîBernard Courtois ve hate kişvkirin û du sal şûnda ji aliyêJoseph Louis Gay-Lussac ve jî li gorî peyva yewnaniya kevnar Ιώδης,Iodes, ku tê wateya 'binefşî', hatiye binavkirin.

Îyod di gelek astênoksîdasyonê de çêdibe ku di nav wan deîyodîd (I−),îyodat (IO−3) ûanyonên perîyodat ên cûrbecûr hene.[3] Wekî girantirîn madeyê mîneral ê bingehîn, îyod ji bo senteza hormonêntîroîdê pêdivî ye. Kêmasiya îyodê bandorê li dora du milyar kesan dike û sedema sereke ya astengiyên rewşenbîrî ye ku dikare pêşî lê were girtin.[4]

Hilberînerên serdest ên îyodê ya îroŞîlî ûJapon in. Ji ber hêjmara xwe ya atomî ya bilind û hêsaniya girêdana wê bi pêkhateyên organîk re, îyod wekî materyalekradyokontrast a nejehrîn jî populer bûye. Ji ber taybetmendiya wergirtina wê ji hêla laşê mirov ve,îzotopên radyoaktîv ên îyodê dikarin ji bo dermankirinapençeşêra tîroîdê jî werin bikaranîn. Di heman demê de îyod elementeke ku di hilberîna pîşesaziyê yaasîda asetîk û hinek polîmeran de wekîkatalîzator jî tê bikaranîn.

Îyod elementeke girîng e ku di navnîşa dermanên bingehîn ênRêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê de cih girtiye.[5]

Çavkanî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
  1. ^Farqînî, Zana (2004).Ferhenga kurdî-tirkî. Stembol:Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê. r. 888.îyodkîm/m
  2. ^abÎzolî, D. (2007).Ferheng: kurdî-tirkî, Türkçe-Kürtçe. Amed: Deng. r. 301, 889.îod, îyod
  3. ^"Iodine | Linus Pauling Institute | Oregon State University".lpi.oregonstate.edu (bi îngilîzî). 23 nîsan 2014. Roja gihiştinê 14 tîrmeh 2025.
  4. ^Jr, Donald G. McNeil (16 kanûna pêşîn 2006)."In Raising the World's I.Q., the Secret's in the Salt".The New York Times (bi îngilîziya amerîkî).ISSN 0362-4331. Roja gihiştinê 14 tîrmeh 2025.
  5. ^Organization, World Health (2021)."World Health Organization model list of essential medicines: 22nd list (2021)".Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê (bi îngilîzî). Jiorîjînalê di 22 adar 2025 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 tîrmeh 2025.
Ji "https://ku.wikipedia.org/w/index.php?title=Îyod&oldid=1954135" hatiye standin.
Kategorî:
Kategoriyên veşartî:

[8]ページ先頭

©2009-2026 Movatter.jp