Æthelstan anAthelstan (bilêvkirina îngilîzî: [ˈæθəlstæn]; bi îngilîziya kevn:Æþelstan anÆðelstān, norweciya kevn:Aðalsteinn bi wateya "kevirê esîl", jdb. 894 - m. 27 çiriya pêşîn 939) di navbera salên 924an heta 927an keyê anglosaksonan û 927an heta mirina xwe di sala 939an de şahê hemû îngilîzan jî bû. Ew kurêEdwardê Kal û jina wî ya yekêEcgwynn bû. Dîroknasên nûjen ên Îngilistanê, Edwardê wekî yekem şahê îngilîzan û yek ji mezintirîn keyên anglosaksonan dihesibînin. Qet nezewicî û zarokên wî çênebûn. Piştî wî zirbirayê wîEdmund I rûnişt li ser texta Îngilîstanê.
Dema ku Edwardê Kal mir, merciayiyan Æthelstan wekî keyêMerciayê qebûl kir. Dive ku zirbirayê wîÆlfweard pêşiya wî rûnişta ba textê lê piştî sê heftê mirina bavê xwe,Ælfweard jî mir. Tac ket destê Æthelstan. Æthelstan çendîn mehan rastî berxwedanan hat. Bi vê yekê re jî heta îlona sala 925an nehat tackirin. Di sala 927an de KeyaniyaVîkîng a herî dawî, York, hate fetihkirin û Æthelstan bû keya anglosaksonî ya hemû Îngilîstanê. Di sala 934an de Æthelstanî Skotlenda dagir kir ûKonstantînê II neçar kir ku xwe teslîmî Æthelstanî bike û gelên skotlendî û vîkîng di bin serweriya Æthelstanî de qehirîn. Æthelstanî diŞerê Brunanburhê de wana têk bir. Ew serkeftin ku di giravên Brîtantayê de û di kîşwerê de Æthelstanî re prestîjên mezin da. Piştî mirina wî vîkîng dîsa Yorkê zeft kirin û heta 954an neket destê anglosaksonan.
Æthelstanî hikûmeta xwe sentralîze kir û wî kontrola xwe li hilberîna peymanan zêde kir û pêşengên deverên dûr vexwend ku werin encûmena wî. Di van hevdîtinan de her weha serwerên ji derveyî xaka wî, bi taybetî padîşahênwalesî, ku bi vî rengî serweriya wî qebûl kirin beşdarî xaka wî bûn. Zêdetir nivîsên qanûnî ji serdestiya wî xelas dibin ji hemû keyên îngîlîzî yê sedsala 10an. Wan gumanên xwe li ser diziyên berbelav û sazûmana civakî anîn ziman. Reformên wî yên zagonî li ser kalikê wî,Alfredê Mezin ve binyatkirî ye. Æthelstan yek ji keyên ayînperist ên saksonên rojava bû û bi komkirina emanetên pîroz û bi afirandina dêran re navdar bû.
Bi sedsala 9an re di heyama anglosaksonan a zû de, çendin keyaniyên anglosaksonan hat çarkirin:Rojhilata Anglia,Mercia,Northumbria,Wessex[3]. Di sedsala 8an deMercia bû keyaniya herî bihêz a Başûrê Îngilîstanê, lê belê di serê sedsala 8an de,Wessex li başûrê Îngilîstanê de, di bin serweriyaEgberth de domînant bû ku Æthelstan nevîçirçirkêEgberth e.Nîvê sedsalê de, Îngilîstan bin êrîşa vîkîngan de ma û di sala 865an de ji aliyê artêşa kafiran a mezin ve hate dagirkirin. Di sala 878an de vîkîngan Merciayê, East Angliayê, Northumbriayê dagir kirin û hema mabû Wessexê dagir bikirana. Saksonên rojava liŞerê Edingtonê[4] de bin Alfredê Mezin de şer kirin û serkeftinekî diyarker bi dest xistin. Alfred û serokê vîkînganGuthrum, beşkirinekê de li hev kirin ku rojavayê Merciayê Alfred re were danîn, rojhilata Merciayê jî East Anglia ve were daxilkirin. Di sala 890an de êrîşên tezekirî yên vîkîngan ji aliyê Alfred ve û bi alîkariya kurê wî (û bavê Æthelstan e) Edward û şahê merciayiyan, Æthelred ve hate şikandin. Æthelredî Mercia bin Alfred de rê ve bir û bi keça wî Æthelflæd re zewicîbû. Alfred 899an de mir û Edward rûnişt ser textê. Æthelwold, kurê Æthelred e ku ew kek û keyê pêşînê Alfredê Mezin e, ji bo bidestxistina hêzê dijmin re pêşnîyarek kir lê sala 902yan de liŞerê Holmeê de hat kuştin.
- ^"History by the Month: September and the Coronation of Æthelstan'". Parker Library, Corpus Christi College, Cambridge. 8 îlon 2015. Jiorîjînalê di 25 kanûna pêşîn 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 6 nîsan 2016.
- ^Foot,Æthelstan: The First King of England, pp. 155–156
- ^Stenton,Anglo-Saxon England, pp. 95, 236
- ^Keynes & Lapidge,Alfred the Great, pp. 11–13, 16–23
|
---|
Navneteweyî | |
---|
Neteweyî | |
---|
Însan | |
---|
Yên din | |
---|