Zagros anÇiyayên Zagrosan rêzeçiyayekeKurdistanê ye û herêma herî berfireha çiyayî ya Kurdistanê ye ku jiBakurê Kurdistanê despê dike û bi dirêjiya 1600 kîlomêtre ber bi (başûr)Başûrê Kurdistanê ûRojhilata Kurdistanê ve diçe ku heyaKendava Farsê dirêj dibe. Rêzeçiyayên Zagrosê di nav xwe de gelek çiyayan vedigirtiye ku ev rêzeçiya ji bakur ber bi başûr ve 1600 kîlometre dirêj bûye û ji rojava ber bi rojhilat ve jî 300 kîlomêtre berfireh bûye. Xala herî bilind ê Çiyayên Zagrosê Çiyayê Dena ye ku bi bilindahiya 4.409 mêtre bilind e. Xalên herî nizm ên Zagrosê heya 1.000 metreyan daketine. Çiyayên Zagrosan yek ji warên dîrokî ya Kurdistanê ye ku ji aliyêkurdan ve wekê keleheke xwezayî ya xweparastinê hatiye bikaranîn. Çemên Zarînê û Sîmîneyê ji çiyayên Zagrosê derdikevin û ber bi bakur ve diherikinGola Ûrmiyeyê. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanêkurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarinli vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşênalîkarî ûpênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin kagotar çawa têne nivîsandin.
2000 – Heyetek jiMeclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê hateAmedê. Serokê heyetê, parlementerê mecar, Andres Barsoniy bersiv da gotinênBülent Ecevit ên weke "Li herêmê pirsgirêka Kurdî tune, pirsgirêka feodal heye. Barsoniy got; "Hûn navê wê çi lê dikin bikin, li herêmê pirsgirêkek heye û divê ev pirsgirêk were çareserkirin."
2006 -Bûyerên Amed (2006 Adar):LiAmedê merasîma cenaze yê pêşmergeyênHPG de, polîsênTîrkîyeyê mudaxile kirin. Bûyerên mudaxileyê polîsan destpê kirî 4 roj berdewam kir û encamê bûyarê de 14 meriv mir.