Bi xêr hatîWÎKÎNÛÇE Çavkaniya nûçeyan aazad ku tu jî dikarîtevlî bibî. În,14.çiriya paşîn2025,03:41 saet (MESZ).RSS Tu jî tevlî bibe! •Gavên destpêk •FAQ •Index |
Ji aliyekî ve tê îdîa kirin ku piştî 25 salanPilingên tamîl (LTTE) dawî li şerê çekdarî li dijî dewletaSrî Lanka yê anîne û dawiya berxwedana çekdarî îlan kirine. Li aliyê din nûçeyên şer di navbera arteşa Srî Lanka yê û Pilingên tamîl tên. Piştî operasyonek pênc mehan ya artêşa Srî Lanka yê Pilingên tamîl ku ji1983'a ji bo azadiya gelêtamîl li bakur-rojhilatê Srî Lanka yê şer dikin bi peyameke ku roja yekşemê di malpera nêzîkî xwe Tamilnet hate belav kirin bi gotina "ev berxwedan gihişt dawi xwe ya tahl"[[|Pilingên tamîl dawî li şerê çekdarî anîn ?|dewam]]... Hate îdda kirin ku hemûmirovayetî ji qebileyeke 200 kesan belavîcîhanê bûye.Li gor lekolîneke zaningehaOxfordê kabîleya han beriya 50 hezar salan ji Efrîqa derketine bi pêyatî û ji vir serRojhilata Navîn, jiDeryaya Sor û serMezopotamya ûEnedol derbasîEwrûpayê bûnê.Li gor vêlêkolînê tê texmîn kirin mirovên ku derveyî Efrîqayê dijîn hemû ji derdora 200 kesên ku jiEfrîqayê derketina çêbûne û belav bûne.[[|Hemû mirovayetî ji qebileyeke 200 kesan belavî cîhanê bû|dewam]]... DewletaÎranê ku demeke dirêj e bi hincêta gerilayênPJAKê êrîşî axa [[|Herêma Kurdistanê|Kurdistana Federal]] dike vê carê bombeyên xwe avêt axabakûrê Kurdistanê. Heft heb bombeyên ku artêşa Îranê avêt liColêmergê li nêzî gundekê ket. Di encama topbarankirinê de ya ku piştî nîvrojê çê bû, xelkên van deveran aware bûn û ji malên xwe derkevtin û xwe li deverên aram girtin.Artêşa Tirkiye jî, hêzên xwe yên leşkerî şand ewan deveran û niha jî rêyên ku diçin ewan deveran, li xelkê hatine qedexekirin.[[|Dewleta Îranê vê carê jî êrîşê axa bakûrê Kurdistanê kir|dewam]]... Raya giştî ya Tirkiyê gotinên serokkomarê TirkiyêAbdullah Gül minaqeşe dikê. Gül di dema vegera xwe jiPragê li ser pirsên rojnamevanan bi awayekî gelekî vekirîpirsa kurdî weke giringtirin pirsa Tirkiyê binav kir û wiha axifî: ” We divê jê re bêjin pirsa terorê, ya Başûrê Rojhilat, yan ya kurd, ev giringtirîn pirsa Tirkiyeyê ye. Mesela me ya yekê ev e. Mutleq divê bê çareserkirin.” Gül da zanîn ku rewşeka cudatir a nuh heye û firsendek ketiye dest ku lazim ew firsend neyê revandin. Li gor serokêDTP'êEhmed Turk binavkirina pirsgirêkê bi navê rast baş e û wî bi hêvî dikê.dewam... LiWanê ji bo protesto kirinaSistema Cerdevaniyê 26Cerdevanan ji gundê Heretîsa navçeyaElbaka Wanê çekên xwe teslîmî dewletê kirin. Cerdevan dan diyarkirin ku piştî tevkujiya li gundêZanqirt a girêdayîŞemrexaMêrdînê ew êdî şerm dikin û nikarin çekên dewletê hilgirin. Di4'ê gulanê2009'an di encama erişeke çekdarî ji aliyê cerdevanên gund de 6 jê zarok, 16 jin, bi giştî 44 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî vê bûyerê êdî gelek derdor daxwaza rakirina Sistema Cerdevaniyê dikin. LiKurdistanê vêgavê derdora 50 hezar cerdevanên gundan ji bo "parastin û asayişê" xabatê dikin.[[|Piştî tevkujiya Mêrdînê 26 Cerdevanan çek danîn|dewam]]... Muqteda El-Sadr ku yek ji serokên radikal yênŞîayênÎraqê ye û li dijî her mafekî kurdan derdikevê û nêzîkî şeş mehan e liÎranê dijî, di1'ê gulanê2009'an bi riya tîmekî Rêxistina Saloxdariya Tirkiyê (MİT)'ê birin Tirkiyê û ji nişkê ve bi serokkomarê TirkiyêAbdullah Gul û SerokwezîrTayyib Erdoğan re civiya. Hat ragihandin ku Sadr gotiye di mesela yekparebûna xaka Îraqê, yekîtiya siyasî û mesela Kerkûkê de ew li gel Enqerê hevdeng in. Di salên borî de jî Tirkiyê çend grubênSunnî yên Îraqî vexwendibûn Tirkiyê û xwestibû wan li dijî kurdan lihev kom bike. Ev cûreyên konferansan jî bûbûn sedema nerazîbûna desthilataHerêma Kurdistanê û hinek aliyên ereb yên Şîa yên Îraqê.[[|Muqteda El-Sadr û Tirkiye li ser Kerkûkê hevdeng in|dewam]]... |
|